Şermezarkirina HES’an jî qedexe kirin 2017-12-25 08:26:05 TOKAT - Li navçeya Zîle ya Tokatê 100 endamên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Yozgot-Tokatê ku ji bo înşaetên HES'ê şermezar bikin ji Stenbolê hatin Tokatê rastî astengiya Walîtiya Tokatê hatin. Walî çalakger nexistin Tokatê.  Koma ku ji 100 endamên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Yozgot-Tokatê pêk dihat bi armanca înşaetên 8 projeyên HES'ê yên li herêmê tên avakirin şermezar bikin ji Stenbolê hatin Tokatê. Koma ekolojîstan di ketina Tokatê de rastî astengiya Walîtiya Tokatê hatin. Leşkeran bi fermana Waliyê Tokatê çalakger nexistin Tokatê. Endamên Platformê ku hêjmara leşkeran ji wan zedetir bû li dijî astengiyê daxuyanî dan û gotin: “Hûn nikarin me perçe bikin. Li ser navê komê Huseyin Çelik, daxuyanî da û helwesta walî û îktîdarê şermezar kir.    Lêkolîner Cahit Koççoban, jî anî ziman ku di kolandinên HES'ê yên li Zile yê de berhemên dirokî derdikevin û dibe ku ev aydî serdema Roma bin. Koççoban, anî ziman ku dibe bajar jî ji vir derkeve.