Demîrtaş: Ger ku cilên yek tîp bidin me em dê bavêjin çopê 2017-12-24 19:11:29 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş têkildarî biryara "cilên yek tîp" ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê peyam şand û got: "Ger ku cilên yek tîp bidin me em dê biçirînin û bavêjin çopê."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tekildarî biryara 'cilên yek tîp' a bi KHK'ê hat îlankirin bi riya parêzeran peyam şand. Demîrtaş, anî ziman ku darberkar dê 'cilên yek tîp' li xwe bikin nekin ne xema wan e û wiha got: "Lê hişmendiya ku bi deh hezaran girtiyên siyasî wekî girtiyên darbekar dibîne qet nayê qebûlkirin. Em vê bê rûmetiyê qet qebûl nakin. Demîrtaş, anî ziman ku ev pêkanînek ku rûmetê dişkîne û wiha got: "Hikumet bi pergala OHAL û KHK'yan dixwaze faşîzma xwe mayinde bike. Em vê yekê qet qebûl nakin. Niha vê yekê bi ferzkirina cilên yek tîp bê hiqûqiyê kûr dikin. Ev ferzkirin li dijî pergala wekhevî, mahsumiyet û darizandina adîl e. Ger ku cilên yek tîp bide me em dê cilê wan biçirînin û bavên çopê. Bifikirin yên ku kravatê têxin situyê xwe û derkevin pêşberî dadgehê dê ji halê baş cezayê wan kêm bikin. Em dê rûmeta gelê xwe biparêzin. Em li dijî vê yekê qet serî danînin.    ‘EM DÊ KEFEN TERCÎH BIKIN'   Demîrtaş, bal kişand ser daxuylaniyên Serokê AKP'ê Erdogan û wiha got: "Yên Guantanamo bi bîra me dixin, em jî dê berxwedana Zindanên Amed, Mamak, Metrîs, Umraniye, Ulucanlarê bînin bîra wan. Vir ne Emerîka ye ne jî Ebu Gureyb e. Bila kes zêde bi agir nelîze.  Em li hemberî Faşizmê tu carî serî daninin. Em dê kefen li xwe kin lê cilê yek tîp li xwe nakin. Em dê li dijî faşîzmê serbilind rawestin."    Demîrtaş hikûmet hişyar kir û wiha got:    1- Em bang li hikûmetê dikin ku demildest dest ji mudaxaleya darazê berde. Bila mafê darizandina adîl ji bo hemû girtiyan be û hemû girtî adîl bên darizandin.    2- Bi lezgîn divê OHAL bê rakirin. Bila hemû KHK'yên bi OHAL'ê hatin îlankirin tevan paşve bikişînin.    3- Divê ji bilî darbekaran hemû kesên bi OHAL û KHK'yan ji kar hatin avêtin hemû dîsa li karê xwe vegerin.    4- Bi lezgîn dawî li şikandina rûmete û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan bînin. Kesên tev li vî sûcî dibin ceza bikin.     5- Ji bo aştî û jiyana azad a hevpar demildest dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin.    6- Bi lezgîn dawî li pergala cilên yek tîp û SEGBİS'ê bînin.