10 girtî ji Edîrneyê sirgûnî Tarsusê kirin 2017-12-24 17:39:16 EDÎRNE - 10 girtiyên siyasî ji Girtîgeha tîpa F a  Edirneyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirin. Hat diyar kirin ku 3 girtî 3 roj berê rastî îşkenceya gardiyanan hatibûn.    Di 6'e mijdarê de piştî 20 girtî ji Girtigeha Tîpa F a Edirneyê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hatin kirin, di 19'ê kanûnê de jî 10 girtiyên din ji Edirneyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirin. Di saetên serê sibê de bi ser odeyên girtiyan de girtin û bêyî destûr bidin alav û cilên xwe girtî sirgûn kirin.    Girtîyên hatin sirgûnkirin: Erdal Emeç, M. Fatih Bîrgul, Nusret Kaya, Necat Oztekîn, Turgay Ural, M. Zahît Şahîn, Ekrem Baydogan, Mehmet Abay, Zekî Yildirim û Alî Kamer Yildirim.   3 GIRTÎ RASTÎ LÊDANÊ HATIN   Di 21'ê Kanûnê de jî Girtî Îbrahimov Vezir Abbasovic, Hadi Yalçın û Adem Arslan rastî lêdana gardiyanan hatibûn .