Cenazeyê Şehîd Rizgar ji deriyê Sêmalka hate girtin 2017-12-24 14:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê nûçegihanê ANHA Rizgar Adanmiş, ku 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest, ji aliyê şêniyên Mexmûrê ve ji deriyê Sêmalka hat girtin.   Cenazeyê nûçegihanê ANHA û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş (Denîz) ji aliyê şêniyên Mexmûr û endamê Rêveberiya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ve ji Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûré Kurdistanê de hat girtin. Gel cenazeyê Adanmiş bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' pêşwazî kirin. Karwanê cenaze ku ji dehan wesayîtan pêk hat ber bi Mexmûrê ve ketin rê. Cenazeyê Adanmiş dê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê bê definkirin.    Rizgar Adanmiş roja 12'ê Cotmehê li bejahiya Dêra Zorê ji ber êrîşa DAIŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî ya li dijî sivîlan bi giranî de birîndar bûbû û di 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.