Anter ê bi KHK'ê hat îxrackirin: Dewleta kûr hêj li ser kar e 2017-12-24 15:29:32   ÊLIH - Kurê Zanyarê Kurd Musa Anter Dîcle Anter yê bi KHK'ya nû hat îxrackirin bertek nişanî îxracê da û got: "Wezîrê Karên Hundir kî ye diyar e. Dewleta kûr hêj li ser kar e. Lê ev wisa naçe."    Di dawiya sala 2017'an de gelê Tirkiye serê sibehê bi 2 KHK'ên din hişyar bûn. Piştî 2 KHK'yên nû di Rojnameya Fermî de hat weşandin 2 hezar û 76 karmend, karker û personel bi rojnameyê fêr bûn ku ji kar hatin avêtin.  Hikûmeta AKP/MHP'ê, di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL)'ê de ye, 2 KHK'ên din îlan kir û di rojnameya fermî de hat weşandin. AKP'ê bi KHK'yên nû yên hêjmar 695 û 696'an 2 hezar û 76 kes îxrac kirin.  Yek ji var karmendê bi KHK'ê ji kar hat avêtin û îxrackirin Kurê Zanyarê Kurd Musa Anter Dîcle Anter e.  Karmendê Pirtûkxaneyê yê Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Êlihê Dicle Anter  piştî fêr bû ku hatiye îxrackirin bertekên xwe anî ziman. Anter bertek û nerazîbûnên xwe bi gotinên “Wezîrê Karên Hundir kîye diyar e. Dewleta kûr hêj li ser kar e. Lê ev wisa naçe û wisa berdewam nake.    QET Û QET EM SERÎ NATEWÎNIN   Anter, bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: "Bi van pêkanîn û biryaran dixwazin ku em serî li hemberî wan dînin. Dixwazin em bîatê bikin. Lê qet û qet em serî li hemberî wan danînin. Em di serdema wisa de bi van biryaran qet şaş nabin. Ji ber ku li holê rejîmek dîktatoriyêheye. Bi zanebûn vê yekê bi zarokên Musa Anter ê ku Apê Musa di dilê xwe de dijîn dide jîyîn. Erdogan digot 'Ez êşa Musa Anter di dilê xwe de hîs dikim' Lê kesên êşa Musa Anter Anter di dilê xwe de dijîn destur nedan ku kurê Musa Anter navê bi kurdî li zarokên xwe bikin. Keça min Asiwa bi salan bê nasname ma. Ji bo vê yekê jî em rasti ceza hatin. Lê dawiya dawî me navê AsiVa di nasnameyê de nivîsand û navê keça xwe nivîsand. Piştre navekî bê wate derket. Hevsera min a 15 salin mamosteyê resîmê Helîn Anter ji karmendiyê hat îxarckirin. Di sala 2017’an de jî ez bêtal hiştim."     DEWLETA KÛR HÊJ LI SER KAR E   Anter anî ziman ku bi van KHK'yan bingeha pergala dîktator a "Ez çi bixwazim ez dê bikim" ava dikin û wiha bi dawî kir: "Em dibînin ku dewleta kûr a di salên 1990’an de li ser kar bû dîsa li ser kar e. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyar e kî ye. Niha dewleta ku ji şer û xwînê xwe têr dike li ser kar e. Em dizanin wezîrê karên hundir kî ye. Dewleta kûr hêj li ser kar e."