Kaplan: Li gorî KHK'ê ji diz, îşkencekar û tecawizkaran re 'Yek tîp' tune 2017-12-24 14:06:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê berê Prz. Hasîp Kaplan, bal kişand ser pergala "Cilên yek tîp" ku bi KHK'ya nû xist meriyetê û wiha got: "Bi vê pergala 'cilên yek tîp' yên bi KHK'ê anî, ji diz, îşkencekar û tecawizkar û rantxuran re cilên yek tîp tune ye. Ew dikarin bi kravat û çakêt bên dadgehê."    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Prz. Hasip Kaplan, pergala "Cilên yek tîp" a bi KHK'ya nû xistin meriyetê rexne kir. Kaplan, li ser hesabê medya civakî bertekên xwe anîn ziman û ev pergal rexne kir. Kaplan, anî ziman ku pergala "Cilên yek tîp" ku bi KHK'ê xistin meriyetê ji girtiyên diz, îşkencekar, tecawizkar, fesad, kesên nelirêtiyê dikin, ruşwet û bertîlan dixwen, sextekariyê dikin û qatilan re derbas nabe. Ev kesên navborî cilên yek tîp li xwe nakin. Dê karibin bi kravat û çakêt bên salona dadgehê."    Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas  jî anî ziman ku dê bi vê pergalê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu û Serokê lijneya Rêveberiya Çanda Anadolu Osman Kavala jî karibin bi cilên yek tîp bînin dadgehê. Nas, di hesabê medya de wiha got:    "Kesên ji tecawizê, îstîsmara zarokan, kesên li ser navê 'namus'ê hevser, kekça xwe qetil dikin tên darizandin dê wekî bersûc karibin bi kravat û çakêt bên tev li danişînê bibin. Dê ji ber vê kravata xwe ji halê baş sûdê bigirin û cezayê wan bê kêmkirin. Lê ji kesên wekî Murat Sabuncu, Osman Kavala re kravat qedexe ye."