Onur Hamzaoglu: 2017 serkeftineke ku me tema wê negirtî bû 2017-12-24 10:56:36 AMED - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu qedexeya meş û çalakiyan, şertên OHAL'ê û KHK'ên ku di sala 2017'an de derketin, bi hev re nirxand û ev tişt got: "Ruxmê her tiştî, serkeftineke ku me tema wê negirtî bû."   Hevberdevkê Kongrya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, sala 2017'an a ku em ê demekî şûn de li pişt xwe bihêlin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Hamzaoglu aşkera kir ku ruxmê her tiştî "Serkeftineke ku tema wê nehat girtin bû." Hamzaoglu yê di heman demê de dadgerekî ji kevneşopiya leşkerî tê, li ser hewldana leşkerî ya Tîrmeha 2016'an, referanduma 2016'an, şoreşa Rojava û der barê pêşeroja HDK'ê de agahiyên girîng dan.   Hamzaoglu bal kişand ser êrîşên li dijî hêzên demokratîk û wiha axivî: "Di 5'ê Hezîrana 2015'an de êrîşa li Amedê li dijî mîtînga HDP'ê, teqîna li GAra Enqeryê ya 10'ê Cotmehê, teqîna li Dîlokê, teqîna di sersalê de li Beşîktaşê pêk hat, bi nêrîna herî piçûk çavên xwe ji van bûyeran re girtin. Divê bi baldarî li vê yekê mê mêzekirin. Ji ber ku hêl li ev kevneşopiya kirêt a li ser vê erdnîgariyê nehatiye paqijkirin. Di demên dawî de du bûyerên qewimîn. Tetik kêşê dest bi xwîn yê Hrant Dînk kuşt wêneyê wî li qereqola cendirmeyan hat kişandin. Heman tişt li Enqereyê di êrîşa li dijî cenazeyê Hatûn Tunç de derket holê. Hêzên paramîlîter ên bi hişmendiya komkujiyê hatin gel hev, li Qereqola Gulbaşiyê bi endamekî qabînê, yanî bi Wezîrê Karê Hundur re wêneyên şerefê naîl kirin."   Hamzaoglu diyar kir ku divê ev mekanîzma tê çi watetê baş bê fêmkirin û wiha got: "Sala 2016'an bi barekî mezin li sala 2017'an bar bû. Komkujiyên li bajaran, kesên li dijî komkujiyê rawestiyan, kesên bi van re ketin hesabê..."   Hamzaoglu got ku hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ne ji bo wêder bike, pêşî lê bigire, berovajiyê dê çawa ji bo berjewendiyên xwe bide xebatê, amadekariyeke paralelî heye û wiha pê de çû: "Ez çima vê dibêjim, di KHK'a yekemîn de, cewhera dewletê, avabûna wezîran, gelek îfadeyên vekirî di şeklê îdarî de nehe. Ji ber ku min bi xwe vekiriye û xwendiye, ez dibêjim."   MÎNAKÊN WÊ ÇINE?   Hamzaoglu wekî mînak jî ev danîn holê: "Teşkîlatîbûna Wezareta Parastina Neteweyî, avabûna teşkîlata Wezareka Karên Hundur, avabûna teşkîlata Serfermandariya Giştî, rewşa fermandariya hêzê... Ev tiştên bi carekî de bên hiş û nivîsîn nînin. KHK'ên ku tên derxistin, formata wan di hefteyekê de bên nivîsîn û derxistin nîne. Heta li ser vê fikir û nîqaş çê nebe, negihêje dê wekî metnekî neyê amadekirin. Ez dikarim vê şêmber bêjim. Gelek mînakên wekî vê hene. Bi heman şeklî di nava 10 rojan de 15 zanîngeh hatin girtin."   REFERANDUMA 16'Ê NÎSANÊ   Hamzaoglu destnîşan kir ku çawa raperîna Geziyê di siyaseta Tirkiyeyê de yekemîn be, pêvajoya referandumê jî serkeftineke Meclisa NA'yê ye û wiha pê de çû: "Ev serkeftineke mezin a muxalefetê ye. Bi taybtî divê referanduma 2017'an di vî warî de bi berfirehî bê nirxandin. Pêvajoya referandumê ne rewa ye, dijî hiqûqê ye. Lê muxalefeta li Tirkiyeyê pêvajoya civakî veguherand serdema bilindbûna muxalefetê. Bi taybetî di sala 2017'an de Meclisên NA'yê ji bo meclisên HDK'ê pêşerojê de bên avakirin, renginiyek civakî ye û bûye formata wê."   CÎHANEKE DIN PÊKAN E   Li ser pirsa di nava salê de tişta herî hûn pê bandor bûn çî bû? Hamzaoglu ev berdiv da: "Şeva 16'ê Nîsanê. Ew şev şeveke baş bû. Ji derveyê wê akademîsyenên aştiyê, ruxmê her tiştî ji hev qut nebûn, berovajiyê wê bêhtirî bi hev ve hatin girêdan. Hêj li pişt îmzeyên xwe ne. Newroza Amedê ya 2017'an ji bo me hemûyan sprîz bû. Ez di emrê xwe de cara ewil li pêşberî qelebalixeke wiha bûm. Li gorî kesên berê tev li bûne, 500 hezar kes tev li bû. Di serdemeke her kesî hêviyên xwe qut kiribûn, di sektorên taybet de jî qedexe hebûn. Ruxmê her tiştî, ji Newroza 2013'an a ku peyama Birêz Abdullah Ocalan hat xwendin vir ve, Newroza herî qelebalix bû."   Hamzaoglu nêrînên xwe yên der barê berxwedan û pêşketinên li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de jî aî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sedsala 21'emîn de pêkanînên kapîtalîzim ên li dijî mirovahiyê derketin holê, divê em bi tiştên li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re derketin holê kêfxweş bin. Ruxmê vê hemû rewşên xirab jî ev hêj hêviya gelan e. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 1'ê Kanûnê de çû hilbijartinan. Ev tê wê wateyê, pêvajoyên piştî 2010'an hatin bi pêş xistin êdî bê wate ne û dê di sala 2018'an de meclisa kongreya gel bê hilbijartin. Divê em hemû ji vê bi hêvî bin. Şiyara cîhaneke din pêkan e, divê bikeve rêya xwe. Ji bo ev bi awayekî enternasyonalîst pêk bê, divê em bi hêvî bin."   'JI ERDOGAN Û AKP'Ê HÊVÎ NEMAN'   Hamzaoglu di dewama nirxandinên xwe de li ser rewşa Tirkiyeyê jî sekinî û der barê lêkolînên di raya giştî de tên kirin, der barê AKP û serkêşê wê Erdogan de ev tişt anî ziman: "Kesên ji AKP'ê û rêveberê wê Erdogan, hêvî qut kirinbe, wekî par bê destgirtin sedî 50 ye. Qutbûneke gelekî cidî heye. Lê dê çi tercîh bike, di vir de pirsgirêk heye. Hûn dizanin AKP partiya sedsala 21'emîn e. Partiya neo lîberalîzmê ye. Dê partiya vê serdemê, dê ji pirsgirêkên gelên li Tirkiyeyê yên vê serdemê re nebe bersiv. Hêvî nemane. Ji bo ev pirsgirêkên heyî ji wan e çareseriyek bê dîtin, divê em xwedî prespektîfeke zanyar a desthilatdariyê bin."   'LI CIHEKÎ MEXDÛRÎ HEBE ARAMIYA NAVXWEYÎ TUNE'   Hamzaoglu li ser kesayetiya xwe, pirsgirêka kurd û siyaseta kurd jî nirxandinên balkêş kirin û wiha pê de çû: "Ez li ocaxa leşkerî mezin bûm. Piştî dibistana navendî her dem li dibistanê şevînê min xwend. Min li dibistana leşkerî ya fakulteya tibê (Nexweşxaneya Leşkeî ya Gatayê) xwend. Li Tirkiyeyê artêş ne profesyonel e. Artêş ji zarokên gel pêk tê. Serbazên ji gund û bajarokan tên û ji bo li malbata xwe mêze bikin, leşkeriyê dikin. Kesên nan ji bo malbata xwe dişînin. Li bajaran zarokên memûran li dibistana leşekrî dixwînin û ji wir diçin dibistanên herbê. Ez zarokê mamosteyekî me. Ji bo du xwişk û birayên min piştî min rihet bibin, min li dibistana şevînê dest pê kir. Min bi xwendinên xwe sosyalîzmê nas kir.   Min pirsgirêka kurd nas kir, ev di pêvajoya Yekitiya Tabîbên Tirk de derket pêş. Ji bo xebatên tenduristiyê ez di salên 90'î de gelek caran çûm herêmê. Me çavdêrî kirin. Hin pirsgirêk hatin tespîtkirin. Dema mirov fêm dike ku ev pirsgirêk wekî qederekî li ser wan tê ferzkirin, mirov dibe aliyê pirsgirêkê. Ji bo wê jî îro di nava siyaseta kurd de me.   Dema ez ji TSK'ê hatim avêtin, wê demê meclisa dawî ya TKP'ê hebû. Ez bi çalak xebitîm. Di sala 2011'an de di bûyerên Dîlovasiyê de êrîşê min kirin, pêvajoya dadgehê, danişîn, ceza dan û ew pêvajo wisa derbas bû. Piştre gotin HDK heye, tu çi dibêjî, min wekî berpirsyariyek dîrokî girt dest. Têkoşîn tarza meya jiyanê ye. Li cihekî mexdûrî hebe, hizûra meya navxweyî tune."   POLÎTÎKAYA HIKUMETÊ YA TENDURISTIYÊ   Hamzaoglu wekî kedkarekî tenduristiyê li ser pergala tenduristiyê ya hikumeta AKP'ê jî agahî da û wiha got: "Bernameya veguherandina tenduristiyê rûxiya ye. Bi KHK'a 694 re di sal 2011'an de hikumeta AKP'ê hat guhertin, li modela berê vegeriya ye, lê ev jî nabe çareserî. Li qada tenduristiyê pirsgirêk qet bi qet zêde bûne. Wezareta Tenduristiyê raste rast mirinên pitikan vedişêre. Cihê ku TUÎK'ê dibêje ku ji hezar pitikî 12 jê dimirin, Wezareta Tenduristiyê dibêje na 7 dimirin. Lê dema qeydên mirinan derdikevin holê em rastiyê dibînin. Wezaret di warê tenduristiyê de ji her alî ve derewan dike. Qeyd hene..."   Hamzaoglu herî dawî ji bo sala nû jî aştî û azadiya gelan xwest.   MA / Sedat Yilmaz – Lezgîn Akdenîz