Li Yemenê êrîş: 25 kuştî 2017-12-24 10:49:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa li rojhilatê Sanayê pêk hat de 25 endamên Hûsiyan hatin kuştin.    Koalîsyona Kendavê ya dibin pêşengiya Erebistana Siûdî de, li rojhilatê paytexta Yemenê Sanayê êrîşa hewayî pêk anî û hat ragihandin ku di êrîşê de 25 endamên Hûsiyan hatin kuştin.   Hat destnîşan kirin ku di êrîşê de 10 kes jî birîndar bûn. Koalîsyona Kendavê ya dibin pêşengiya Erebîstana Siûdî de, di van rojên dawî de êrîşên xwe yên li dijî komên Hûsiyan ên Îranê piştgiriya wan dike, berfireh kiriye.