Girtiyê du milên wî hatine jêkirin di hucreyê de ye 2017-12-24 09:24:21 WAN - Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du milên wî tune ne, di hucreyê de tê girtin. Bav Aktaş, diyar kir ku ên ku kurê wî xistine hucreyê, gelo dikarin rojekê jî bê mil bijîn?    Li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê, her diçe rewşa girtiyê bi nexweşîna KOAH Ergîn Aktaş ê her du milên wî hatine jêkirin xerabtir dibe. Malbata Aktaş a li Wanê dijî, diyar kir ku rewşa kurê wan xerab dibe û her roj bedena wî dihele. Bav Tahîr Aktaş, anî ziman ku cihê ku kurê wî lê dijî, mirov nikarin lê bijîn û wiha axivî: “Her du milên kurê min hatine jêkirin. Demarên wî zirav dibin. Her diçe, kêm dike û dihele. Ên ku kurê min xistin hucreyê, gelo dikarin rojekê jî bê mil bijîn?”   NEXWEŞÎNA KOAHÊ JÎ LÊ PEYDA BÛYE   Bav Aktaş, da zanîn ku di 4’ê Cotmeha 2017’an de çûye hevdîtina kurê xwe û ev tişt gotin: “Piştî 11 mehan cardin çûm hevdîtinê. Rewşa wî nebaş bû, demek dirêje di hucreyê de tê girtin. 3 raporên wî yên ‘nikara bi tana serê xwe bijî’ hene. Lê cardin di hucreyê de digirin. Ji ber derfetên girtîgehê kurê min bi nexweşiya KOAH’ê ket. Di cihekî 5 metrekareyî de dijî û li hucreya têde ye jî, rutûbet pir zêde heye. Rêveberiyên girtîgehê dest danîn ser hemû pirtûkên wî. Çawan xwarin dixwe, çawan kincên xwe li xwe dike û pêdiviyên xwe yên tuwaletê bi cih tîne em nizanin.”     ‘MILÊ WÎ YÊ DIN ÇAWAN JÊBÛ EM NIZANIN’   Bav Aktaş, destnîşan kir ku li girtîgehan gelek nexweş hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez tenê dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Nexweşên giran û girtiyên nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, bila bên berdan. Cardin rapor dan kurê min, qanûna ku dewletê bi xwe derxistiye da. Ev rapor di salên 2013- 2014 û 2016’an di girtîgehê girtin. Li Bazîdê di destê kurê min de bombe teqiyabû, milê  wî yê din çawan jêbû em nizanin. Hîna di vî warî de gumanên me hene.”