Xizmên windayan: Hîn em li bende bûn em hestiyên xwe bibinin… 2017-12-24 09:22:45 AMED – Xizmên windayan bertek nîşanî rûxandina Goristana Bedlîsê û derxistina cenazeyan dan û wiha gotin: “Em li hestiyên xwe digerin, lê dema em wan dibînin jî tên wan derdixin.”    Duh na pêr li Goristana Garzanê ya li bejahiya gundê Oleka Jor ê Bedlîsê û 267 cenazeyên PKK’yiyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê bûn, bi makîneyên karî hatibû rûxandin û hestiyên aîdî 267 cenazeyan bêyî hayê malbatan jê hebe bi fermana dozgeriyê hatin derxistin û ji Saziya Tiba Edlî ya Stenblê re hatin şandin. Malbatên windayan bertek nîşanî vê rewşê dan.   ‘EM HÎN LI BENDA DÎTINA HESTIYÊN XWE BÛN…’    Kiymet Zengîn, xwişka Fehmî Tosûnê ku di sala 1995’an de hat windakirin, anî ziman ku bi salan e ew xizmên windayan li hestiyên xizmên xwe digerin. Zengîn dest nîşan kir ku ev tişta li cenazeyan hatiye kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Tu ol û wijdan vê kirina li cenazeyan qebûl nake. Em xizmên windayan hîn li bendê bûn ku hestiyên xizmên xwe bibînin, lê cenaze ji goristanê tên derxistin. Ji gorê derxistina miriyekî  nayê qebûlkirin.”    ‘DEMA EM HESTIYÊN XWE DIBÎNIN TÊN DERDIXIN’    Îffet Mûtaş, xwişka Alî Tekdagê di 1994’an û Mehmet Tekdagê ku di 1993’yan de hatin windakirin, bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Em li hestiyên xwe digerin, lê dema em wan dibînin tên û wan derdixin.”    ‘BI RÛXANDINA GORAN DIXWAZIN ÇI BIKIN’    Mûtaş ku got “Bi rûxandina goran dixwazin çi bikin” ev tişt gotin: “Em dozdarê vî maf, huqûq û ola wan in. Beriya her tiştî ji gorê derxistina miriyekî guneh e. Bi çi heqî vê yekê dkin. Wê vê zilm û zorbetiya xwe heta kuderê veşêrin.”    Hayriye Dogan (80), xwişka Bedriye Gumuş a hat windakirin, anî ziman ku heta vî emrî ew li hestiyên xwişka xwe geriyaye. Dogan anî ziman ku ew van pêkanînan qebûl nakin û wiha domand: “Ji serê sibehê hetanî êvarî hûn di televîzyonan de behsa olê, Xwedê û pêxember dikin. Lê belê ew Xweda û pêxemberê ku hûn behs dikin, weke we miriyan ji gorê dernaxînin û cenazeyan nabin. We 267 mirov ji goran derxistin, we ew birin kuderê. Hûn ê çi bikin ji wan. Em van pêkanînan qebûl nakin.”