Ji ber operasyonên leşkerî 150 malan 18 mal tenê li gund man 2017-12-24 09:21:15 COLEMÊRG – Li Colemêrga ku operasyonên leşkeri zêde bûne, gundî neçar dimînin koçber bibin. Li gund Şumunîsê yê 150 mal lê hene, 132 malbat koç kirin. 18 malên li gund mane jî ji ber şert û mercên zivistanê rojên zor û zehmet derbas dikin.    Li Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî gundî neçar dimînin koç bikin. Li gundê Şumunîsê yê girêdayî navenda Colemêrgê û 150 mal lê hene, niha 18 mal lê mane. Keyayê berê yê gund Riza Alpsar got ku êdî mirov tu huzûrê li gund nabînin û ji ber vê ber bi bajêr ve koç dikin. Alpsar ev tişt gotin: “Tu derfet û keysên gel tune ne ku bazirganiyê bikin. Di dest me de tekane derfet sewalvanî ye. 150 mal li gund hebûn niha 18 mal mane. Em zivistanê zaf zehmetiyan dikişînin. Havînan bi hinceta ewlehiyê riyên me tên girtin, zivistanê jî ji ber berfê tê girtin. Berê zivistanan riyên me zû dihatin vekirin, lê di demên dawî de pir guh nadin vê yekê. Ji ber vê êdî mirovên me naxwazin li gundan bimînin.”    ‘MIROV BI SAETAN DI RÊ DE DIMÎNIN’    Aydin Alpsarê ku rêwiyan dibe gund û tîne wiha got: “Dema rê hatin girtin riya me ya 35 kîlometre bû 160 kîlometre. Buhayê sotemeniyê sê qatan zêde bû. Ji ber vê lêçûnên gundiyan zêde bû. Ji ber vê êdî gundî ji gund direvin. Gundiyên naxwazin her roj evqasî rê bimeşin û evqasî mesref bikin berê xwe didin navenda bajêr û gund vala dibin.”   Azîz Kaya yê li mezrika Orîte ya gundê Kotranîsê ew hevjîna xwe tenê dijîn, got ku dema ew karê xwe xelas dike û keys hebe êvaran diçe cem xizmên xwe yên li gundê Şumînîsê yê 4 kîlometreyan dûrî wan e. Kaya ev tişt gotin: “Li herêma Berwarê 8 gund û mezrikên me hene. Ji ber em xizmên hev in em girêdayî hev in. Lê şert û mercên me yên jiyanê hatine tengkirin. Dewlet li herêmê bi çewisînî bi ser me de tê û bi çewisandineke derûnî hewl dide me ji hev biqetîne. Li vê herêmê hemû riyên me tên girtin. Hema bêje her meh operasyon hene. Ji ber operasyon, zext û zorî û avêtinên ser malan gundiyên malên xwe nû çêkiribûn, yên erdên wan hebûn hemû her tiştên xwe hiştin û çûn.”