Rewşa girtiyên ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e 2017-12-24 09:19:41 ENQERE- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ji aliyê girtiyên jin ve hat destpêkirin di roja 54’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên ku vîtamînê wernagirin di asteke krîtîk de ye.    Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li hemberî binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û îşkenceyan girtî û hikumxwarên jin di 1’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Greva girtiyên jin di roja 54’an de ye. Ji ber li hemberî binpêkirinên mafan derdikevin lêpirsîn li wan tên vekirin, cezayê qedexekirina hevdîtinê û dîsîplînê li wan tê birîn û herî dawî jî li nasnameya stuyan a li ser nav û paşnavên wan nivîsandî îbareya “terorê” hat zêdekirin. Girtiyên jin li hemberî van sepandinan dest bi greva birçîbûnê kirin.   Di nameya dawîn a ji girtîgehê ji bo raya giştî hat şandin re navê kesên di greva birçîbûnê de wiha ne: Zeynep Yildirim, Dilşat Şengul, Rozerin İldan, Saliha Cebe, Bahar Ulubag, Dilan Barin, Medine Fidan, Ayten Kordu, Vesile Paçal û Helin Yapici.   Hat hînbûn ku girtiyên 54 roj in di greva birçûbnê de ne, heta niha qet vîtamînên pêvekî wernegirtine. Tê zanîn ku bi taybetî di grevên birçîbûnê de dema vîtamîna B1’ê neyê wergirtin di warê tenduristiyê de rîskên talûke xwe didin der.    Lê belê ji ber hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin û destûr nayê dayîn, der barê rewşa tenduristiya wan de li ber destan agahiyên zelal tune ne.    '45 ROJAN LI ODEYA BI SÎNGER HATIYE RAGIRTIN’    Yek ji girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de Rozerîn Îldan e. Bavê wê Nîhat Îldan got ku wan der barê keça xwe de agahî ji keseke ku mehek berê hatiye berdan wergirtine. Îldan bi lêv kir ku tenê ew dizanin dijîn û greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Bav Îldan ev tişt gotin: “Em dizanin ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî me di meha Tîrmehê de bi Rozerînê re hevdîtin çê kir. Ji ber kamareyên li qawîşan hatine bicihkirin qebûûl nekirine, 45 rojan di odeya bi sînger de hatiye ragirtin. Piştî ji odeya bi sînger hat derxistin me hevdîtin pê re çê kiribû û ji wê çaxê ve me qet hevdîtin çê nekiriye.”    Îldan anî ziman ku rêveberiya girtîgehê tu agahiyan nade wan û ev tişt gotin: “Ji ber kartên stuyan naxin stuyên xwe hevdîtin qedexe kirine. Tevî nebirina revîrê, dadgehê û hevdîtinê pêwendiya bi riya name û telefonê jî li wan qedexe kirine. Nêzî mehek berê me agahî wergirtin. Li gor hat gortin vîtamîna B’yê û vîtamînên din wernagirin. Ji ber vê em wisa difikirin ku jiyana wan di talûkeyê de ye. Em dixwazin raya giştî bi hestiyarî tev bigere û xwedî li çalakiya wan derkeve.”    ‘EM NIKARIN AGAHIYAN BIDIN’   Li ser van îdiayan em bi riya telefonê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê geriyan. Karmendekî ku nexwest navê xwe bibêje wiha got: “Ji ber KHK’a hatiye weşandin, em nikarin der barê girtîgehê de tu agahiyan bidin derve.”    MA / Bariş Boyraz