2 KHK'yên nû: Cilên yek tîp û kadroyên taşeron xistin meriyetê 2017-12-24 07:54:23 ENQERE - Hikûmeta AKP'ê beriya 2018'an 2 KHK'ên nû xistin meriyetê. Bi van KHK'yan 2 hezar û 76 kesên din hatin îxrackirin. Dîsa ji bo girtiyan pergala cilên yek tîp û kadroyên taşeron xistin meriyetê.    Hikûmeta AKP/MHP'ê, di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL)'ê ku 18 mehin di meriyetê de ye, beriya sala nû ya 2018'an 2 KHK'ên din îlan kir û di rojnameya fermî de hat weşandin. AKP'ê bi KHK'yên nû yên hêjmar 695 û 696'an 2 hezar û 76 kes îxrac kirin. Bi van KHK'yan hem zagona karkerên taşeron erê kirin û hem jî pergala li girtîgehan cilên yek tîp xistin meriyetê. Bi van guhertinan êdî karkerên taşeron dê bibin kadro.    Bi KHK'ê 2 hezar û 76 kes hatin îxrackirin, lê tenê 115 kes li kar vegerandin. Herî zêde leşker û mamoste hatin îxrackirin. Li gorî KHK'ê di nava 2 hezar kesan de 360 leşker û 392 endamên perwerdehiyê hatin îxrackirin. Bi KHK'ya nû êdî karkerên taşeron dê karibin bibin kadro. Bi KHK'yên nû Saziyên Şekir û piyasa alkolê hatin girtin.    BI KHK'Ê CILÊN YEK TÎP XISTIN MERIYETÊ    Bi KHK'ya hêjmar 696'an li girtîgehan cilên yek tîp xistin meriyetê. Yên girtî û hikûmxwar cilên yek tîp li wan bikin û wan derxin pêşerî dadgehê. Dê girtiyên ji doza Fethullah Gulen rengê kahwe û girtiyên siyasî jî dê rengê girî li wan bikin.   Dîsa di milê leşkerî de jî kesên ku ji malbata wan di operasyonên leşkerî de zerar dîtibin û jiyana xwe ji dest dabin hebe, ger ku bixwazin dikarin neçin leşkeriyê.    17 SAZÎ HATIN GIRTIN   Bi KHK'ya hêjmar 695'an dîsa 7 jê komele 7 vakif bi giştî 17 sazî hatin girtin.