KESK'ê 22'yemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir 2017-12-23 23:32:56   AMED – Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê bi şahiyekê 22'yemîn salvegera damezrandina KESK’ê pîroz kir.      Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, li Salona Dawetê ya Ronesansê bi şahiyekê damezrandina salvegera 22’yemîn a KESK’ê pîroz kir.  Li salonê pankartên “Ji bo jiyanek azad û rûmet em ê li ber xwe bidin” û “Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin” hatin daliqandin. Bi sedan endamên KESK’ê û welatî û her wiha rêveberên KCD, HDP û DBP’ê beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û sînvziyona behsa têkoşîna KESK’ê dikir hat pêşandan.      Axaftina vekirinê Hevserokê Haber-Sen a Amedê Saît Baran kir û diyar kir ku li welat ji ber pêvajoya şer bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dane û KESK li dijî mirinan jiyanê parastiye. Baran destnîşan kir ku bi îlankirina OHAL’ê re li welat huqûq nemaye û ew ê qada têkoşînê, kolan û qadan vala bernedin û ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.      Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Şerîf Camci jî axivî û da zanîn ku ew têkoşîna kedkarên cemaweriyê silav dikin û di pêvajoyek wiha dijwar de ku desthilatdarî dixwaze hemû muxalefetê bipelçiqîne û têkoşîna gelan û kedkaran têk bibe. Camci got ku dê kedkar jî ji berxwedana xwe tawîz nedin û ew ê hemû bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin.      Piştî axaftinên hatin kirin Koma Muzîkê ya Dîcle-Firat û hunermend Mem Ararat derketin ser dikê û stirîn. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.