Rojnameger Seda Taşkin hat berdan 2017-12-23 18:43:41   MÛŞ – Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamyayê Seda Taşkin ku 4 rojan li Mûşê di bin çavan de ma û îro sewqî edliyê kirin, li dadgeha nobedar hat berdan.    Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamyayê  Seda Taşkin di 20'ê Kanûnê de hat binçavkirin û piştî 4 rojan di bin çavan de ma îro sewqî dozgeriyê kirin. Taşkin a der barê dosyeya wê de "biryara sînordarkirinê" hat girtin, piştî 4 rojan îfadeya wê hat girtin. Polisan hesabê civakî yê Taşkin lêkolîn kirin. Dîsa di bin çavan de ji Seda Taşkin pirsa "Tu çima çû mala Sîsê Bîngol?" a di di 6'e Nîsana 2016'an de li Gundê Badan a Gimgimê hat binçavkirin û girtin pirsîn. Piştî îfadeya Taşkin li miduriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadya Taşkin girt bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Heyeta dadgehê jî piştî li Îfadeya Taşkin guhdar kir ew serbest berda.    Taşkin dema li Mûşê nûçe dişopandin û polîsan pêşiya wê girt û jê re gotin "Der barê te de îxbareke cidî heye" û ew binçavkirin.