Kizilkaya ê ajansa me rastiya wî aşkere kir doza tazmînatê vekir 2017-12-23 17:46:00   STENBOL - Şêwirmendê Serokwezîr Muhsin Kizilkaya ji ber ku ajansa me gefên wî yên li asîstanê xwe Harun Bayhan xwar kir nûçe û bi raya giştî re parve kir, der barê ajansa me de doza tazmînatê vekir.    Şêwirmendê Serokwezîr Muhsîn Kizilkaya yê ajansa me nûçeay wî çêkir û rastiya wî bi raya giştî re parve kir, li ajansa me doza tasminatê vekir. Harûn Bayhan ê asîstanê serşêwirmendê serokwezîr Muhsîn Kizilkaye ye, Recep Akar ji ber li Colemêrgê avahiya xwe bi kirê daye DBP'ê, gef li Akar xwaribûn. Bayhan xwe spart meqama lê û di hevdîtina xwe ya bi telefonê ya bi Akar re, tim behsa hêza dewletê kir. Akar, ji bo giliyê serî li dozgeriyê da û doza alîkariyê ji DBP'ê kir. Akar, qeydên hevdîtinên telefonê yên bi Bayhan re kirin parve kir.      5 HEZAR TL TAZMÎNAT XWEST   Şêwirmendê Serokwezîr Muhsin Kizilkaya ji ber ku ajansa me gefên wî yên li asîstanê xwe Harun Bayhan xwar kir nûçe û bi raya giştî re parve kir, der barê ajansa me de doza tazmînatê vekir. Kizilkaya der barê ajansa me de 5 hezar TL tazmînat vekir. Dîsa ji ber cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadir Yelderem têkildarî mijarê daxuyanî da li wî jî 5 hezar TL tazminat doz vekir.    Kizilkaya û asîstasê wî Bayhan, dîsa der barê 13 malperên înternetê de xwest ragihandina wan bê rawestandin.