Rojnameger Taşkin derxistin dozgeriyê 2017-12-23 16:42:29   WAN - Nûçegihana me ya Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a li Mûşê hat binçavkirin, 4 roj şûnde derxistin edliyê.   Nûçegihana me Seda Taşkin ku li navenda Mûşê hat binçavkirin, piştî lêpirsîna wê ya li Miduryeta Polîsan bi dawî bû, 4 roj şûn de derxistin Edliya Mûşê. Taşkin piştî anîn edliyê derxistin dozgeriyê.    Li Miduryeta polîsan ji Seda Taşkin pirsa "Tu çima çû mala Sîsê Bîngol?" a di 6'e Nîsana 2016'an de li Gundê Badan a Gimgimê hat binçavkirin û girtin, kirin. Dayika 75 salî Sise Bingol ku hêj girtiye wekî sedema sûc dîtin.