'Kesên her roj behsa Fîlîstînê dikin cenazeyan ji goristana direvînin' 2017-12-23 16:11:11 RIHA - Êrîşa li dijî gorên gerîlayên PKK'ê li Rihayê hat şermezarkirin. Hevseroka MEYADER'ê ya Rihayê Hadle Ogur diyar kir ku hikumet her roj behsa Fîlîstînê dike, lê li herêmê cenazeyan ji goran derdixe. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Rihayê, bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Goristana Xerzanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku cenazeyê 267 gerîlayên PKK'ê ji goran derxistine û şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û goristan bi tevahî hatiye texrîbkirin. Partiyan li ber avahiya HDP'a Halîliyeyê daxuyanî hevbeş dan.   Berî daxuyaniyê Hevseroka MEYADER'a hat girtin Hadle Ogur axaftinek kir û êrîşa li dijî goran şermezar kir. Ogor diyar kir ku berî cenaze li wir bên definkirin, otopsiya wan pêk hatiye û piştre hatine definkirin.   Ogur aşkera kir ku her roj der barê Fîlîstînê de daxuyaniyan didin, ji hêlekê ve li herêmê cenazeyan ji goran derdixin û wiha axivî: "Ev di tu olê de tune. Her roj qîre qîra wan e behsa Fîlîstînê dikin, li vir cenazeyan direvînin. Kesê divê ez mirov im divê li dijî vê zilmê raweste. Em vê nêzikatiyê qebûl nakin."   ‘LI DIJÎ VÊ HOVÎTIYÊ BÊ DENG NEMÎNE’   Hevserokê DBP'a Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî destnîşan kir ku polîtîkaya şidetê ya du salan cenaze jî ji gorna derxistin û wiha pê de çû: "Roja ku pêvajoya çareseriyê xirabû heta niha li gelek herêman gor hatin rûxandin. Berî 3-4 mehan li Wêranşar û Pirsûsê ev bûyer qewimîn. Ev li gorî tu exlaqî nîne û herî dawî li Oleka Jor Goristana Xerzanê hat rûxandin û 267 cenaze ji goran hatin derxisitin. Divê her kes ji vê hogîtiyê re dengê xwe derxe."