Komkujiya Mereşê li Mamakê şermezar kirin 2017-12-23 16:10:03 ENQERE - Serokê Şaxa PSAKD’a Mamakê Mustafa Demîrtaş, di çalakiya 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê de axivî û diyar kir ku ew ê komkujiyan ji bîr nekin, bi têkoşînek rêxistinkirî, dê ji pergala zalim re bêjîn êdî bese.  Hêzên demokratîk ên li navçeya Mamak a Enqerê, têkildarî 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê ku 300 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan çapemeniyê û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Daxuyaniya çapemeniyê li Qada Tuzluçayir hat lidarxistin. Saziya PSAKD’ê, Mala Cemxaneya Dayîka Fatma, AKA-DER, Komeleya Gund a Başkinik, Komeleya Gund a Buyuk Avşar, BDSP, EMEP, rêxistinên navçeyê yên Mamakê, Komeleya Yuvakoy, Komeleya Gund a Kulahlî, Rêxistina HDP’ê ya navçeya Mamakê, Komeleya Gund a Taîp, Partîzan, rêxistina ODP û Tevgera Hezîranê, beşdarî daxuyaniyên bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em komkujiyên Mereş, Rojava û 19’ê Kanûnê ji ber nakin û hesap bipirsîn” vekirin û gelek welatî jî beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî biratiya gelan” û  “Dê dewleta qatil hesab bide” hatin berzkirin.    ‘DOZ HATIN GIRTIN’   Li ser navê komê Serokê Şaxa PSAKD’ê ya Mamakê Mustafa Demîrtaş, daxuyanî da  û wiha axivî: “Kujerên komkujiyên 19’ê Kanûnê, Mereşê û bombe kirina Sînemaya Çîçek yekin. Ji roja destpêkê ya komkujiyê heya roja îro şoreşger li gel gelê xwe bûn. Ger berxwedana şoreşgerî tunebûya dê asta van bûyeran pir mezin bûya. Okkeş û Muhsîn Yazicioglu kujerên van bûyeran ên herî serekene. Dozên hatin vekirin, ser wan hatin girtin.”    ‘KUJERÊN KOMKUJIYÊ MHP Û TURKÊŞE’     Demîrtaş, da zanîn ku piştî mirina Ecevît, di evrakên li ser maseya wî hatin dîtin de derket holê kujerên komkujiyê Alparslan Turkeş û MHP’ê ye.” Piştî axaftina Demîrtaş, daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.