Xizmên windayan: Ji miriyan re jî hurmeta we tune 2017-12-23 14:57:38 AMED - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, di çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de axivî û bal kişand ser êrîşa li dijî Goristan Garzanê û derxistina cenazeyan. Bîlîcî got ku ji miriyan re jî hurmeta we tune û êrîş şermezar kir. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 463'yan de bi dirûşma "Bila winda bên dîrtin û faîl bên darizandin" daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakî li avahiya komeleyê pêk hat û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û rêvberên ÎHD'ê û xizmên windayan tev li bûn.    ‘JI MIRIYAN RE HURMETA WE TUNE’   Bîlîcî destnîşan kir ku Goristana Gerzanê bi maşîneyên kar rûxandine û cenaze ji goran derxistine û wiha axivî: "Ji miriyan re jî hurmeta we tune. Derxistina cenazeyan di tu ol, mezheb û nirxên mirovahiyê de tine. Em tu gotinî nabînin ku ji bo vê bêjin. Çawa wiha nêzîkî cenazeyan dibin. Hûn ji cenazeyan çi dixwazin? Ji goristanan çi dixwazin? Ka we behsa nirxên civakî dikir."   ‘BI MÎNÎBÛSEKE SPÎ REVANDIN’   Piştre çîroka Davut Orhan ê di 26'ê Kanûna 2000'î de dema li navçeya Heskîfê ji mala xwişka xwe derdikev û li mînîbûseke spî sîwar kirin û revandin hat xwendin. Endamê Komîsyona Kesên Xizmên xwe winda kirine ya ÎHD'ê Adnan Orhan çîrok xwend û da zanîn ku Davut Orhan herî dawî bi şev bi mînîbûseke spî dema birine navenda Êlihê hatiye dîtin û wiha axivî: "Malbatê serî li dozgerên Kercews û Êlihê dan, serî li Fermandariya Cendirmeyan a Heskîfê dan, lê tu agahî negirtin." Orhan aşkera kir ku cenazeyê Davut Orhan di 23'yê Çileya 2001'an de li zeviyeke Heskîfê hatiye dîtin û bi yek guleyê hatiye kuştin.