Îdîaya‘goristanê dikolin’ gundî rakirin serhildanê 2017-12-23 14:30:20 AMED - Li gundê Gorece ya navçeya Çinarê, îdîaya kana qûmê ya ji fabrîqeya çîmentoyê dibe cihê goran dikole, gundî rakirin ser piyan û ber bi kanê ve meşiyan.  Li gundê Gorece yê navçeya Çinar a Amedê, hat îdîakirin ku ji bo malzemeye çîmentoyê gor tên kolandin û li ser vê yekê gundiyan  serî hilda. Gundiyan îdîa kirin ku nêzî goristana gund, cihekê ku ji bo malzemeyên çimentoya kana qûme tê kolandin, beşekê goritanê jî kolandin û li qemyonan bar kirin. Li ser vê yekê gundiyan  xwestin serî hilda û xwestin biçin cihê kanê. Gundê li nêzî kana qûmê kom bûn û xwestin heya ada makaniyên kar  ên kolandinê dikin bimeşin. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê gundî asteng kirin û xebatkarên kana qûmê wesayîtên  xwe cih de hiştin û ji gund reviyan.      Gundiyan, dan zanîn ku cihê gorên xizmên xwe nedîtin û xwestin rayedar derbarê bûyerê de agahiyek fermî bidin.