231 rojan îşkence kirin û piştre kuştin 2017-12-23 14:03:42 STENBOL - Malbat û parêzerê Ulaş Yurdakul ê li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê hat kuştin, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî dan û sersariya girtîgehê vegotin û bang hestiyariyê li raya  giştî kirin.  Li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê di 1’ê Çile de girtiyê edlî Ulaş Yurdakul hat kuştin. Malbat û parêzerên Yurdakul, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li darxistin û sersariya di kuştina Yurdakul da  vegotin.     ‘BIRYARA  NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN’   Parêzer Hakan Gunaslan têkildarî kuştina Yurdakul agahî da û wiha axivî: “Di 14’ê Nîsana 2016’ande bi daxwaza Sergardiyan Yurdakul dide qawîşa C-3 a dibin berpirsiyartiya girtiyê edlî N.Ş. de. Heya 1’ê Çileya 2017’an ku jiyana xwe ji dest dide bi rêk û pêk rastî îşkenceyê tê û agahiya  rayedarên girtîgehê ji vê yekê heye. Yurdakul dixwaze qawişa xwe biguhere, lê rayedarên girtîgehê bi israr vê daxwaza wî red dikin. Di dema jimartinê de gardiyan ji bo reşehiya li ser rûyê Ulaş Yurdakul dibêjin ‘meqyaja li ser rûyê te pir xweşik bûye’ û henekê xwe lê dikin. Bi darê zorê Yurdakul di yetaxê dibin derenceyan de dane razandin. Piştî kuştina Yurdakul cihê bûyerê kujer N.Ş. nîşanî ekîbên lêpirsînê kiriye û wî ew beralî kirine. Rastiya kuştinê û wenê odeya lê hatî kuştin jî nekişandine. Lêpirsîna derbarê rayedarên girtîgehê de hat destpêkirin jî, bi biryara bêşopandinê ji holê hat rakirin.”      Gunaslan, da zanîn ku di heman girtîgehê de berê jî du bûyerên kuştinê û tecawizê zarokek biçûk kirin, hatine jiyîn.    ‘LI SER LAŞÊ WÎ REŞAHÎ HEBÛN’   Piştre dayîka Yurdakul Fatma Yurdakul, diyar kirin ku bi mehan telefon li malê nekir û wiha got: “Berî bê kuştin di demên dawî de di telefonê de digot dinava  tirsekê deye. Gava me li rayedarên girtîgehê digerina jî ji me re digotin ‘Em nizanin çima nagere. Rewşa wî başe.’ Agahiya kuştina wî bi telefonê dan me û ji me re gotin ‘Gava dibirin serşoyê li erdê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.’    Birayê Yurdakul Denîz Yurdakul jî, anî ziman ku berevajî agahiyên girtîgehê dan wan, li ser laşe birayê wî heta bêje reşahî bûne û wiha got: “Laşê birayê min reş û şîn bûbû. Hestiyên singa wî şikiyabûn. Derdora lêvên wî çiriya bûn.”   Malbat û parêzerên Yurdakul diyar kirin ku wan biryara bêşopandina dozger îtîraz kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.