Tu çima çû mala Sîsê? 2017-12-23 13:48:07         MÛŞ - Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin ku di 20'ê Kanûnê de hat binçavkirin, 4 roj derbas bû. Polîsan di bin çavan de pirsa "Tu çima çu mala Sîsê Bîngol?"  a 75 salî ku hatiye girtin pirsîn.     Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya  Seda Taşkin di 20'ê Kanûnê de hat binçavkirin û 4 rojin di bin çavan de tê girtin. Hat hînbûn ku der barê dosyeya Taşkinê de "biryara sînordarkirinê" hatiye dayîn. Piştî binçavkirina 4 rojan îfadeya wê hat girtin. Hat hînkbûn ku polisan hesabê civakî yê Taşkin lêkolîn kirine. Dîsa di bin çavan de ji Seda Taşkin pirsa "Tu çima çû mala Sîsê Bîngol?" a di di 6'e Nîsana 2016'an de li Gundê Badan a Gimgimê hat binçavkirin û girtin pirsî ye. Dayika 75 salî Sise Bingol ku hêj girtî ye wekî sedema sûc dîtin. Li bendêye ku di nava rojê Taşkin sewqî dozgeriyê bikin.    Nûçegihan Seda Taşkin dema li Mûşê nûçe dişopandin û polîsan pêşiya wê girt û jê re gotin "Der barê te de îxbareke cidî heye" û ew binçavkirin, hîn jî li Muduriyeta Polîsan a Mûşê tê ragirtin. Parêzerê Taşkinê li muduriyeta polîsan bi pê re hevdîtin çê kir û diyar kir ku rewşa wê baş e. Heta niha der barê dosyeya Taşkinê de biryara sînordarkirinê hatibû dayîn.