Çûna cerdevanan a kongreya AKP'ê wekî peyvîr nîşandan 2017-12-23 12:09:15 ŞIRNEX - Ji bo kongreya AKP'ê ya Şirnexê ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan jî beşdar dibe, ji bo cerdevan û karmendan şertê 'teclêbûna mecbûrî' anîn û cerdevên tev li kongreyê bûn wekî peyvîrdar nîşan didin.  Teşkîlata AKP'ê ya Şirnexê îro kongreya xwe pêk tîne. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan beşdarê kongreya AKP'ê ya Şirnexê dibe.  Bi rojan e  amadekariya kongre tê kirin. Bajêr ji bo kongreyê bi temamî hatiye dorpêçkirin û ji bo tevlîbûna kongreyê zordestî li ser karmendên dewletê û cerdevanan tê kirin. Cerdevanên ku beşdarê kongreyê nebin derbarê wan de lêpirsîn tê vekirin û yê ku beşdar bibe jî prîm distîne. Saetên sibê ve cerdevan bi wesayîtan ketin rê û cerdevanên ji navçeya Qilebanê ji bo beşdar bûna kongreyê ketin rê li bajaroka Sêgirkê kaxesa peywîrê standin û wekî peywîrdar hatin nîşandan. Dolmîşên di navbera Qileban-Şirnex-Cizîr rêwingiyan dibin û dolmişên gundan jî ji bo cerdevanan bibin Şirnex hatin peywîrdarkirin.   Cerdevan di bin zordestiya sercerdevan û pêşkeşên civakê yên nêzî AKP'ê de rastî zordariya beşdarbûna kongreyê dibin, ji beriya niha jî gelek caran ji bo heman çalakiyên AKP'ê rastê zordestiyan hatibûn. Cerdevan herî dawî ji bo beşdar bûna êrîşên li hemberî Şirnexê ya dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14 Adar û 14 Mijdara 2016'an de rastê zordestiyan hatibûn.