Tevgera Azadî xwest hemû mûxalif kom bibin 2017-12-23 11:53:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî, têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û got: "Tenê avakirina sîstemeke demokratîk dikare sîstemeke gendel û jihevketî hilweşîne. Divê hemû aliyên siyasî yên derveyî desthilat ji bo daxwazên gel li hev kom bibin.  Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya li bajarokê Kelarê ku dikeve ser îdareya Germiyanê, meclîsa herêma Germiyanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di vê daxuyaniyê de helwesta xwe ya têkildarî vê rewşa li Başûrê Kurdistanê de eşkere kir û pêşniyarên xwe yên di derbarê bûyerên van rojên dawiyê li Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li devera Germiyanê rû didin pêşkêş kir. Daxuyaniya Meclîsê ji aliyê hevserokê Tevgera Azadî ya Germiyanê Hawrê Cebar ve hate xwendin. Cebar di daxuyaniyê de anî ziman ku çareserî avakirina sîstemek demokratîk e û wiha got: "Tenê bi rêya rêxistinkirina îradeya gel û avakirina sîstemeke demokratîk dikare sîstemeke gendel û jihevketî ji holê were kirin. Weke meclîsa Tevgera Azadî ya herêma Germiyanê têkildarî ev serhildanên girseyî em xwedî şêwaz û xeteke taybet a ayîdê xwene. Em nerazîbûn û xwepêşandanan weke mafeke rewa ya li hember ew sîstema ne dadperwer a heyî dibînin. Lê, şewitandin û wêrankirina sazî û avahiyên hikûmî em hêjayî xwepêşanderan nabînin û layiqî daxwazên rewa yên xwepêşanderan nîne.  Ji bo dîsa weke raperîna sala 1991’an nekeve xizmeta dewletên dagirker yê Îran û Tirkiye de û ev ked vale neçe, divê bi şêwazeyeke pir hestyar û hişyar di çarçoveya xeta sêyemîn de em gav biavêjin. Em bangawaziyê li hemû hêz aliyên derveyî desthilat dikin ji bo bikarin ji daxwazên gel re bibin bersiv, bêne gel hev. Em ji dezgehên asayîş, polîs û pêşmergeyan jî dikin ku nebin mertalên di destê desthilat de, bibin parêzvanên gel û netewa xwe. Her wisa em daxwaza serbest berdana hemû kesên hatine binçav kirin dikin û şifayê ji tevahî birîndaran re dixwazin. Herî dawî jî diyar dikin ku emê hêjayî xwîna şehîdan bin."