Bakir: Sînemaya kurd astengî buhirandin 2017-12-23 11:04:33 AMED - Derhênerên kurd li çar perçeyên Kurdistanê fîlmên ku çêdikin, kurdan di qada navneteweyî de derdixe pêş, lê sînemaya kurd li Tirkiyeyê rastî sansur, qedexe û lêpirsînê tê. Derhêner Îlhan Bakir diyar kir ku astengiyên li dijî sînemaya kurdî çiqas hebin jî sînemaya kurdî ev buhirandiye û rengekî cuda girtiye. Fîlêm li çar perçeyên Kurdistanê tên kişandin, kurd di qada navbeteweyî de da nasîn. Mîhrîcanên wekî Cannes, Berlînale fîlêm kurdan qebûl kirin, xelat dan wan. Derhênerên kurd di qada sînemayê de bûn xwedî gotin, ciwanên kurd ên perwerdeya sînemayê girtin zêde bûn, li gel bi sedan belgefîlm û fîlêm metraj dirêj, gelek fîlmên têr û tijî hatin kişandin.   Gelek fîlmên kurdî yên di qada navneteweyî de xelat girtine, li Tirkiyeyê bi sansur û qedexeyê re rû bi rû ne. Herî dawî di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan li Amedê di pêşentgiya Documenterîstê de Mîhrîcana Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan bihata li darxistin. Lê Waliyê Amedê mîhrîcan qedexe kir.    ‘DERHÊNERÊN KUKRD ASTENGÎ DERBAS KIRIN’   Derhêner Îlham Bakir bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcana fîlman da û ev tişt got: "Tişta ji qedexeyê fêm dikin, mafê mirovan li Stenbolê serbest e û li Amedê qedexe ye. Mafê mirovan ji bo kurdan qedexe ye."   Bakir da zanîn ku di sedsala 21'emîn de derhênerên kurd bi ziman û nasnameya xwe sînema çêkirine, êdî li dijî sansur û qedexeyan tê dikoşin û hemû astengiyên li pêşiya xwe rakirine.   ‘FÎLMA ZIMANÊ QEDEXE POLÎTÎK DIBE’   Bakir bal kişand ser qedexe û polîtîkaya pişaftinê ya li ser ziman û nasnameya kurdî jî û ev tişt anî ziman: "Ji rojên şark û islehatê heta niha tu tişt neguheriye. Nêzikatiya li dijî kurda tu carî neguherî." Bakir got ku zimanekî ku bê qedexekirin, fîlmên wê polîtîk dibin û wiha pê de çû: "Ziman, çand û hebûna kurdan gelek caran ji bo dewletê wekî gef tê dîtin."   Bakir da zanîn ku pêwîstiya kurdan bi saziyan tune û divê xwe bi xebatên saziyan de hepis neke û wiha pê de çû: "Divê li taxan gelek saziyên hunerê bên vekirin û hêj zêdetir bi gel re danunstandin pêk bê." Bakir aşkera kir ku divê kadraj ji cihê mexdûryetê, têkoşînê bibîne û der barê êrîşên li dijî çanda kurdî de jî ev nirxandin kir: "Di sînemaya tirkî de karakterê kurdî tê piçûkxistin. Sînemaya li herêmê tê kişandin, civakeke di pirsgirêka namûsê de xitimî ye derdixe pêş. Lê di rasiyê de jinên kurd ji civakê re pêşengiyê dike. Divê rola jinê ya ku ji civakê re rêbertiyê dike, baş bê nîşandan."   MA / Lezgîn Akdenîz – Devran Toptaş