Prz. Demîrbag: Biryara dadgehê ‘îdîanameya torbe' piştrast kir 2017-12-23 11:03:46 MANÎSA - Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz yê Îzmîrê Prz. Mazlum Debîrbaş, darizandina 138 siyasetmedarên kurd ên li Manisanê nirxand û diyar kir ku biryara dadgehê nişan daye ku îdîaname torbe ye.  Piştî 2 salan, danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP’ê ya Manîsayê hat dîtin. Piştî darizandina 8 rojan berdewam kir heyeta dadgehê biryara berdana 25 kesan da. Der barê 32 kesan de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê hemû daxuyanî û axaftinên siyasetmedaran wekî sûc pênase kir.    ‘PIŞTEKA WÊ YA HIQÛQÎ TUNE'    Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz yê Îzmîrê û parêzerê dozê Prz. Mazlum Debîrbaş, diyar kir ku pişteka aliyê hiqûqî ya dozê tune û wiha got: "Doz ne hiqûqî ye. Hemû serokên bajar û navçeyên Manîsa yên HDP’ê hatin girtin. Yên li şûna wan hatin tayînkirin dîsa hatin girtin. Tu dozger nikare der barê hemû rêveberên partiyekê de bi hinceta sûc dike telefonên wan tevan guhdar bike.    ‘EWIL FAÎL DIYAR KIRIN Û PIŞTRE SÛC AVA KIRIN'   Demirbag, anî ziman ku di îdîanameyê de tê gotin ku hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyê sûc kiriye û naveroka vî sucî çiye nayê diyar kirin. Ji bo naveroka vî sûcî diyar bike berê tên girtin û piştre lêpirsîn tê vekirin. Berê faîl tên dyar kirin û piştre sûc tê diyar kirin. Sûc li gorî faîlan diyar dike. Ev nîşan dide ku dibêjin 'Ez bawer dikim ku partî sûc dike û ji bo ez vî sûcî derxim holê divê ez lêpirsîn bidin destpêkirin. Aliyê vê yekê yê hiqûqî tune ye."    2 SAL ŞÛNDE FÊR BÛN KU ÇIMA HATINE GIRTIN   Demîrbag, anî ziman ku piştî, hilbijartina 7'ê Hezîrane endam û rêveberên HDP’ê bi mehan hatin guhdarkirin û tu encam jê negirtin û wiha got: "Dozger û dadger axaftinên rojane jî kirin mijara îdîanameyê. Lêpirsîn teqez ne hiqûqî ye. Mirov 2 salan girtî tên hiştin piştre sûcdariya der barê xwe de fêr dibin. Ev li dijî hiqûqê ye. Di biryara dadgehê de hat diyar kirin ku îdîanameya torbe ye. Wekî zagonên torbe yên meclîsê ne.    MA / Ahmet Kanbal