Dê avahiyên Kirklar Daxiyê xera bikin 2017-12-23 09:21:46 AMED -  Biryara ji bo guherandina îmarê ya li Kirklar Daxiyê hat betalkirin. Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Amedê diyar kir ku bêyî biryara Desteya Parastina Axê, li Kirklar Daxiyê rêvekirina li ber îmarê derqanûnî ye û guherandina îmarê ya Kirklar Daxiyê dihebîne betal kir.  Di sala 2008’an de Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li Kirklar Daxiyê ya li Pira Deh Derî dinere, tesîsên civakî û çandî û qadên hêşîn bên çêkirin, daxwaza rêvekirina ji bo îmarê tesdîq kiribû. Lê belê Walîtiya Amedê ji bo betalkirina guherandina plana îmarê doz vekiribû û di sala 2014’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Amedê dabû. Di serlêdana betalkirinê de hatibû diyarkirin ku li gor hikmên di Qanûna Parastina Axê û Bikaranîna Erazî ya Jimare 5403’yan de eraziyê çandiniyê ye û divê bê parastin. Di daxwaznameya dozê de hat destnîşankirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bereksê hikmên vê qanûnê tev geriyaye û bêyî ku hin destûrên qanûnî werbigire li Kirklar Daxiyê hin guherînên îmarî kiriye û ev yek bi rapora lêkolînî ya 2013’an a Mufetîşên Mulkiyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundurîn hatiye tespîtkirin û ji Walîtiya Amedê re hatiye şandin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku li gor hikmên Qanûna Jimare 5403’yan di 27’ê Gulana 2014’an de Desteya Parastina Axê ya Gerînendetiya Bajêr a Çandinî û Sewalvaniyê civiyaye û biryar daye ku divê plana îmarê ya li Kirklar Daxiyê bê betalkirin.    ÎNŞEATA LI KIRKLAR DAXIYÊ HAT MOHRKIRIN, WÊ HEMÛ AVAHÎ BÊN RÛXANDIN    Li ser vê biryarê Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tev geriyan. Li gor agahiyên hatin wergirtin, piştî biryarê Şaredariya Sûrê plana îmarê ya der barê Kirklar Daxiyê de rakiriye û biryar daye ku ev der eraziyê çandiniyê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî vê biryara guherandina îmarê ya Şaredariya Sûrê tesdîq kir. Bi vê biryarê re avahiyên li Kirklar Daxiyê ketin rewşa avahiyên qaçax. Piştî biryarê Şaredariya Sûrê  herî kêm 60 îneşatên li Kirklar Daxiyê yên çêkirina wan dewam dikir mohr kirin. Şaredariyê ji bo mohrkirinê jî, hinceta ne ku ji ber ev qad qada çandiniyê ye, ji ber ku dema ruhseta îneşatê tije bûye mohr kiriye nîşan da. Şaredariyê ji xwediyên înşeatên li Kirklar Daxiyê û fîrmayên têkildar re teblîxat şand û diyar kir ku ew ê avahiyên ku dema ruhseta wan tije bûye xera bikin. Hat hînbûn ku dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çend hefte şûnde îhaleya xerakirina van avahiyên ku bi biryara dadgehê ketin rewşa avahiyên qaçax bike. Piştî ku îhale diyar bibe wê ev avahî bên rûxandin. Hat diyarkirin ku avahiyên ku çêkirina wan temam bûne jî wê bên rûxandin. Her wiha tê gotin ku herî kêm wê 250-300 milyon lîre li rûxandinê biçe.