Şideta polîsan kêlî bi kêlî hat qeyd kirin 2017-12-23 09:18:46 STENBOL – Gelek polîs li eywaneke lîstikê ya Başakşehîrê, eywaneke lîstikan, xwediyê kargehê û mişteriyên wê derxistin derve, li ber dîwar rêz kirin. Polîsan piştre li pêş kamerayan li li wan dan û îşkence li wan kir.  Li Taxa Şahîntepe ya navçeya navendî Başakşehîr a Stenbolê, polîsan avêt ser eywaneke playstatîonê û şidet li xwediyên kargehê û mişteriyên wê kirin. Bûyer di 12’ê Mijdarê de qewimî. Polîs saet di 23.28’êvarî de dikevin hundurê eywana lîstikan û xwediyê kargehê û mişteriyên wê hemûyan derdixin derve. Li derve li ber dîwar ji hemû kesan tê xwestin ku destê xwe bisipêrên dîwar û bi awayekî nasnameyên wan werdigirin. Polîs nasnameya kê li GBT’ê dixin pê re jî şelmaqekê lê dixin û serê wan li dîwar dixin.    Di dema lêdanê de polis xeberan ji du kesên hat diyarkirin mamoste ne jî dibêjin û li wan jî didin. Tevî mişteriyan polîs li xwediyê kargehê jî dixin û şelmaqekê davêjin ser çavê wî. Ev şideta polîsan kêlî bi kêlî ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargehê ve hat tomarkirin.    PAŞÊ POLÎS HATIN Û LÊBORÎNA XWE XWESTIN    Piştî bûyerê me xwe gihand xwediyê kargehê. Xwediyê kargehê Ahmet ji ber ewlehiya xwe nexwest paşnavê wî bê nivîsandin û bi van gotinan behsa wê şeve kir: “Min bi şev dikan teslîmî kekê xwe kir. Piştî ez ji dikanê derketim 5 deqîqe şûnde polis tên dikanê. Hemû kesên li playstatîonê lîstikê dilîzin derdixin derve û wan dixin rêzê û li wan didin û heqaretê li wan dikin. Mamoste jî tên dikana me. Kesên gotine mamoste ne, li wan jî dane. Li kekê min jî dane. Me çend kesan giliyê polîsê li mişteriyan û kekê min daye kir. Paşê polîs hatin û lêborîn xwestin. Li taxê her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin.”    BÛYERÊN BI VÎ RENGÎ HER ROJ DIQEWIMIN    Îdiayên xwediyê kargehê ku dibêje bûyerên bi vî rengî her roj li taxê diqewimin, şêniyên taxê jî piştrast dikin. Her çi qas ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe bidin jî, li gor gotinên wan piştî di Gulana 2017’an de li taxê qaleqol hatiye çêkirin, pêkanînên kêfî û bûyerên derbkirinê yên polîsên taybet zêde bûne.    TU HUZÛRA TAXÊ NEMA YE    Şêniyên taxê anî ziman ku ew tim bi dorpêçkirina polîsan re rû bi rû ne. Şêniyên taxê gotin ku di nav rojê de jî polîs wan disekinînin û ji wan re dibêjin “ji bo çi tu milê xwe dihejînî” û bi vî awayî wan derb dikin û heqaretê li wan dikin.    Her wiha esnafan jî got ku êdî ew nikarin tu karî jî bikin û piştî qaleqol hatiye çêkirin tu huzura taxa wan nemaye.    MA / Muhammed Dogru