ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2017'AN 2017-12-23 09:00:22 *Gundiyên nêzî 34 gundên li Qamişlo yên di bin qontrola Rejîma BAAS'ê de, ji ber ku rejîm alîkariya mazot bi wan nake û pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih nayê, serî li Meclîsa Taxa Şehîd Cûdî ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîr a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dan û alîkarî xwestin. Gundiyan anî ziman ku tenê navê Rejîma BAAS'ê heye, lê belê pêdiviyên jiyanî yên gundiyan pêk nayîne.  *Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Melîh Yalçin anî ziman ku li Îzmîrê ji sedî 99’ên qadên SÎT’ê yên Xwezayî ji çarçoveya Qada Parastina Xwezayî hatine derxistin û ji bo derdorên sermayeyê di hedefa qadên rantê de ne. Yalçin wiha got: “Bi awayekî aşkere û li ber çavan wê îxanetê li Îzmîrê bikin.”    * Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz yê Îzmîrê Prz. Mazlum Debîrbaş, darizandina 138 siyasetmedarên kurd ên li Manisanê nirxand û diyar kir ku biryara dadgehê nişan daye ku îdîaname torbe ye.      * Li Başakşehîrê, gelek polis çûn eywaneke lîstikan, xwediyê kargehê û mişteriyên wê derxistin derve, li ber dîwar rêz kirin û li wan dan. Ev şideta polîsan di qeydên kameraya ewlehiyê ya kargehê de dixuyên.    *Di dema hevdîtinên der barê budçeyê de firsenda ku her parlementer kursiyê bi karî bîne hebû, lê belê di van hevdîtinan de 112 parlementerên AKP’î gotinek jî negotin û neaxivîn. Li gor agahiyên ku di kulîsên Meclîsê de diçin û tên, ser navê van parlementerên navborî hatiye xêzkirin.    *Kadriye Çîçek, bêyî bêje berf û baran e ji bo pisîkên xwe tim diçe gund û tê. Kesên vê nêzîkatiya wê ya ji bo pisîkan dibînin jî heyr dimînin.    *Li Mehmet Şahînê ku li navçeya Rezanê mamsotetî dikir û bi KHK’ê hat îxrackirin cezayê pereyî hat birîn. Bi hinceta di nav fealiyetên sendîkayî yên du sal berê de cih girtiye, li Şahîn cezayê pereyî ku dê ji meaş bê birîn lê hat birîn.  Şahîn bertek nîşanî vî cezayê ku li Tirkiyeyê cara ewil e tê birîn da û wiha got: “Henekê xwe bi mirovan dikin.”    *Biryara ji bo guherandina îmarê ya li Kirklar Daxiyê hat betalkirin. Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Amedê diyar kir ku bêyî biryara Desteya Parastina Axê, li Kirklar Daxiyê rêvekirina li ber îmarê derqanûnî ye û guherandina îmarê ya Kirklar Daxiyê dihebîne betal kir.    * Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim pêşketinên li Sûriyeyê nirxand, da zanîn ku ruxmê astengiyên Tirkiyeyê jî hêzên Bakurê Sûriyeyê, dest bi xebata Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê kirine. Yildirim, der barê êrîşke li dijî Efrînê de jî ev tişt got: "Dê wê derê bibe Vîetnama Tirkiyeyê."   * Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayip Erdogan, dê tev li kongreya AKP'ê ya Şirnexê bibe.    * Piştevaniya Xemrî (Mor Dayanışma) dê bi şîara "An azadî an azadi" li Navenda Çandê ya Nazım Hikmet a Şîşliyê konferansa jinê pêk bîne. (11.00)    * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" dê li şaxa ÎHD'ê di hefteya 462'an de çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 665'an de li Qada Galatasarayê bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê xebata "Ji bo her kesî Mafê Mirovan dê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Prof. Dr. Nur Bekata li Lokala Parêzeran a Baroya Edeneyê pêk bîne. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê di hefteya 300'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)    * Xebatkarên TV10 ji bo televizyona wan bê vekirin dê çalakiya xwe di hefteya 64’an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (14.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo girtiyên nexweş û windayan dê di hefteya 412'an de li ber avahiya Serokwezirtiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya em karê xwe pave dixwazin dê di roja 410'an de berdewam bike. (13.30/18.00)    * Jinên kurd ku li ser banga rewşenbir, nivîskar û rojnamegeran dê li Otela Demîr ya li Sûrê civîna bi navê "Jinên kurd niqaş dikin" pêk bînin. (10.00-17.00)