Mînîbusa penaber vediguhastin qeza kir: 33 kes birîndar bûn 2017-12-22 22:43:16   WAN – Li Erdîşê mînîbusa ku penaber vediguhastin û wesayîtek li hev qelibîn. Di qezayê de 33 kes birîndar bûn.    Li ser riya Wan-Erdîşê mînîbusa bi plakeya 65 AF 316 a ji Taxa Unseliyê ber bi îstîqameta Wanê ve diçû û 36 penaberên ji Îran, Pakîstan, Bangladeşê û Afganîstanê vediguhastin û wesayîteke ku plakeya wê û navê ajokarê wê nehat hînbûn li hev qelibîn. Di qezayê de mînîbusa ku penaber vediguhastin gindirî şerempolê û 33 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li derdorê.