Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin 2017-12-22 21:14:20   STENBOL – Daxwaza serlêdana malbatan a ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi daxwaza ku roja duşemê hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin, serî li dozgeriyê dabûn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza wan red kir. Her wiha serlêdana ji bo hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê girtîne jî hat redkirin. Serdozgeriyê daxwaza malbatan bi hinceta hikma “Sînordarkirinên ji bo hikumxwaran” a di Qanûna Der Barê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya Jimare 5275’an de cih digire red kir.