Ji bo Rojnameger Rizgar merasima heybet 2017-12-22 19:53:27   QAMIŞLO - Bi hezaran kesên di nav de Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, rojnamevan û xebatkarên saziyên çapemeniyê jî hene, tev li merasima cenazeyê Rojnameger Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) û endamê hêzên Asayîşê Elî Zorî bûn. Hevrêyên Rizgar soza şopandina riya wî dan.   Heval û hempîşeyê Rojnameger Rizgar Adamiş (Rizgar Denîz) ji bo Denîz merasimek heybet pêk anîn. Bi hezaran kesên tev li meraismê bûn, darbesta Denîz bi gul û çîçekan xemilandin, qamera û alavên Rizgar yên rojnamegeriyê danîn ser darbestê. Merasîma ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê ve dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd axivî û ji malbatên Rizgar û Elî rojnamevanên çapemeniya azad û tevahiya gelê Kurd sersaxî xwest. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî axaftinek kir û diyar kir ku hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê şehîd dane û ji wan saziyên ragihandinê ne.   Hesen bi lêv kir ku gelek xebatkarên çapemeniyê yek ji wan Rizgar Adanmiş, pêngavên rizgarkirina Rojava û Bakurê Sûriyê gav bi gav dişopandin û di oxirê de şehîd bûne. Ji rêveberên ajansa me (ANHA) Dilşad Cûdî axivî û rola şehîd Rizgar di şopandina pêngavên rizgarkirinê ji Başûrê Kurdistanê, Rojava û hetanî Şengalê diyar kir.   Cûdî li ser navê çapemeniya azad soz da ku ew ê riya şehîdên xwe bidomînin, lênûs û kamîreya wî li erdê nahêlin û got: “Rizgar çû îro bi sedan em li vir in. Em riya wî bernadin. Wê bi sedan Rizgar hebin û xeta derxistina rastî û heqîqetê dewam bikin.”    Dayîka şehîd Rizgar jî axivî û got: “Rizgarê min ji zarokatiya xwe ve dest bi xebatên ji bo rizgariya welat kiriye. Di malbata me de ew bi tenê hebû, tevî vê jî ji xwe qebûl nekir ku li malê bimîne. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Kurê min riya rûmet û şerefê hilbijart û di oxira wê de şehîd bû." Meta şehîd Elî Zorî Sîham Silêman jî axivî û soza şopandina riya şehîdan da.   Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyê Elî Zorî li goristanê hate veşartin û cenazeyê Rizgar careke din birin morga tenduristiyê da ku di rojên pêş de derbasî Mexmûrê werê kirin.