Di doza pitika 38 rojî de biryar hat dayîn: Cezayê muebeta giran li du bersûcan hat birîn 2017-12-22 19:11:34   WAN – Di danişîna doza pitika 38 rojî ku ji ber şideta lê hat kirin û îstismarê jiyana xwe ji dest dabû de biryar hat dayîn. Der barê du bersûcan de biryara muebeta giran û ji ber îhmalkariya wan der barê peywirdarên cemaweriyê de jî biryara vekirina lêpirsînê hat dayîn. Li Wanê di meha Çileyê de pitika 38 rojî bi şidetê û îstismara zayendî re rû bi rû mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê F.A., Y.G. ên pitikê îstismar kirin û bûn sedema mirina wê  û dayika pitikê  P.T.’yê de doz hatibû vekirin. Îro danişîna 6’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê a Yekemîn pêk hat. Bersûc F.A. û Y.G. li danişînê amade bûn û dayik P.T. jî bi riya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Ji baroyên Wan, Amed, Bûrsa, Enqere û Îzmîrê gelek parêzerên berê mudaxilî dozê bûbûn jî li eywana danişînê amade bûn. Piştî parêziyên heyeta dadgehê biryara xwe da. CEZAYÊ MUEBETA GIRAN LI WAN HAT BIRÎN Heyeta dadgehê ji ber di bûyerê de îhmalkarî kirine der barê peywirdarên cemaweriyê de û der barê peywirdarên Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Wanê de biryara vekirina lêpirsînê da. Der barê bersûc F.A. de bi tawanbariya ‘bi awayekî hovane kuştin û îstismarakirina pitikeke ku nikare xwe biperêze’ cezayê muebeta giran da. Dadgehê der barê dayik P.T.’yê de jî bi tawanbariya ‘bi awayekî hovane kuştina pitikeke ku nikare xwe biparêze û bi destê kesekî ji malbata xwe kirina vî sûcî’ biryara cezayê muebeta giran da. Her wiha dadgehê der barê Y.G. de jî bi tawanbariya alîkarî kiriye biryara 15 sal cezayê girtîgehê da.