Cezayê salekê li hevserokê berê yê DBP’ê hat birîn 2017-12-22 16:32:59 MELETÎ – Bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek ceza li Hevserokê DBP’ê yê Meletiyê yê berê Polat Akkose hat birîn.  Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Meletiyê yê berê Polat Akkose bi îdiaya slogan berz kiriye bûye sedemê “Propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û danişîna dozê îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Bi hinceta Akkose di çalakiya protestokirina “qedexeya derketina derve” ya li Cizîrê li Meletiyê hatiye amadekirin slogan “Bijî berxwedana Cizîrê” berz kiriye salek ceza lê hat birîn. Berî niha jî di dozekê de cezayê salekê ku li Akkose hatibû birîn, li vî cezayî hat zêdekirin.    Akkose destnîşan kir ku cezayê lê hatiye birîn ne hiqûqî ye û ew ê li dijî birîna ceza îtîrazî dadgeha îstînafê bike.