Dîroka Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê diyar bû 2017-12-22 15:54:29 ENQERE - Serokê Dayîreya Afrîka û Asyayê ya Serokatiya Karên Derve ya Kazakistanê Aîdarbek Tumatoy, akera kir ku dê di navbera 29 û 30'yê Çileyê de Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bê lidarxistin. Di garantoriya Îran, Tirkiye û Rûsyayê de pêvajoya Astanayê ya ku Kazakistanê malovaniya wê kiribû dest pê kir û her sê welatan di Lûtkeya Soçiyê de biryar dan ku dê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bê lidarxistin. Serokê Dayîreya Afrîka û Asyayê ya Serokatiya Karên Derve ya Kazakistanê Aîdarbek Tumatoy, got ku dê di navbera 29 û 30'yê Çileyê de Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bê lidarxistin.   ÎDIAYA LÎSTE ZELAL BÛN   Li gorû nûçeya Sputnîkê, rayedarekî di hevdîtinên li Astanayê de cih girtiye, kongreya dê li Soçiyê bê lidarxistin, lîsteka kesan jî aşkera bûye û di vir de li hev du kirine. Dê lîste dê di nîvê meha çileyê de bê zelalkirin.   Çavkaniyê got ku "Di lîsteyê de li hev nekirin, dê di meha Çileyê de zelal bibe", hêj li ser navan xebat tên meşandin.