‘Berpirsyarê nekomkirina delîlên kuştina Elçî dozger e’ 2017-12-22 15:51:02 AMED – Serokê Baroya Amedê di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û got: “Cihê Elçî lê hat kuştin nokteyek di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye. Ne berhevkirina delîlan di bin berpirsyariya meqamê lêpirsîn û polîsan de ye.”  Baroya Amedê wek her hefteyê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi bandor bê birêve birin di hefteya 106’emîn li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hat vekirin.    Di daxuyaniyê de Serokê Baroyê Ahmet Ozmen axivî û bal kişand ser kuştina Elçî ku 2 sal di ser re derbas bû hêj kujerên wî nehatine dîtin. Ozmen got ku li cihê bûyerê ku polîs jê re serwerin li kolanê kifş nehatiye kirin û delîl nehatine komkirin. Ozmen wiha got: “Cihê Elçî lê hat kuştin nokteyek di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye. Ne berhevkirina delîlan di bin berpirsyariya meqamê lêpirsîn û polîsan de ye.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.