Ji ber reng û sembolan doz li kekê Kaya vekirin 2017-12-22 15:17:47 ÊLIH – Kekê Aycan Kaya ya di Komkuijya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da Halît Ergîn, bi hinceta li ser kêlê gora xwişka xwe reng û sembol rêxistinê çêkirine û "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin. Aycan Kaya ya di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqerêde jiyana xwe ji dest dabû, bi hinceta li ser kêlê gora wê reng û sembol hene, kêla gorê rakirin. Vê carê jî bi îdiaya kekê wê Halît Ergîn kêla gorê çêkiriye bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz li wî hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Êlihê îdianame amade kir, ji derveyê gora Kaya, der barê 23 goran de biryara guhertina kêlan da û wekî hincet jî reng û sembolên li ser gortan da nîşan û ev wekî "Propagandaya rêxistinê" pênase kir. Miduryeta Polîsan a Êlihê li Goristana Îkîztepeyê lêkolîn pêk anî û bi hinceta li ser 23 goran propagandaya rêxistina PKK/KCK'ê tê kirin û ev wekî sûc da nîşan. Kêla ku Ergîn jî dabû çêkirin, sûc hat dîtin.   ‘KEVIR ŞIDETÊ TEŞWÎQ DIKE’    Lêpirsîna ku der barê Ergîn de hat vekirin de evtişt hat gotin: "Li ser kêlên goran propagandaya PKK/KCK'ê tê kirin û ev kêlên goran fikaran dide çêkirin, li dijî Dewleta Komara Tirkiyeyê dibe sedema êrîşa çekdarî û ji bo endamên rêxistinê şervanên têkoşîna azadiyê tê gotin. Bi vê rêyê hezkirina li hemberî endamên PKK/KCK'ê zêde dike û kevirên ku hatine çikandin, ji bo her kes bibîne û bi vê rêyê propagandaya rêxistinê dikin."   Ergîn destnîşan kir ku wan li ser wesiyeta xwişka xwe kêla gorê wisa çêkiriye, ji ber wê tu wateyê nade lêpirsîna ku hatiye vekirin û wiha got: "Min berê ji ber vê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê îfade dabû. Min gor ku 'Kesên li Enqereyê bihatana parastin û tevdîr bihatana girtin dê ev tişt nebûya.' Lê serokê dadgehê got ku 'Ew ê çûn wir hemû terorîst in.' Gotinên serokê dadgehê hemû ketin girtekê jî. Ev lêpirsîna ku hat vekirin jî siyasî ye."   Di 16'ê Sibata 2016'an de bi fermaba Serdozgerê Komarê yê Êlihê, Aycan Kaya û Meryem Bulut jî di nav de, li Goristana Îkîztepeyê kêlên gora 23 kesan hatibû guhertin û ji ber reng û sembolan gor hatibûn rûxandin.    MA / Sonya Bayik