Akademisyen: Me nekarîbû çavê xwe ji cenazeyê Taybet re bigirtaya 2017-12-22 14:42:05   Akademîsyenên ji ber gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" û îmze avêtin danezanê, doz li wan hat vekirin û derketin pêşberî dadgehê. Akademîsyenên doz li wan hat vekirin, li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin darizandin. Di danişîna dozê de parlamenterê HDP'ê Erol Dora û gelek akademîsyen amade bûn.    'EZ WEKÎ TIRKEKÎ ŞERM DIKIM'    Ewil Hîndekara Zanîngeha Stenbolê Asli Aydemir Înonu derket pêşberî dadger. Înonu, bi çavekî derûnînasî qala "Pêvajoya aştiyê" kir û wiha got: "Di salên 90'an de gund hatin şewitandin. Li ser civakê travmayek çêbû. Valakirina gundan bandro li ser travmaya civakê çêkir. Ez mirovek tirk im, ji geşedanên li herêmê pêş dikevin bê agahî me. Heta demekê tenê kuştina leşkeran hebû. Her çend faîl ne ez bim jî ez wek kesek tirk ji geşedanên heyî şerm dikim û xwe sucdar dibînim."    DANEZAN HEWLDANA DAXWAZA AŞTIYÊ YE   Înonu, anî ziman ku pêvajoya çareseriya demokratîk bêtir hêvî û aştî pêş xist û wiha got: "Em dikarin di şertên bê şer de aştiya civakî pêş bixin. Em dikarin ji bo Aştiya pozitif  têkevin nava hewldanan. Ji ber vê yekê ew metnê me îmze kiriye gelek bi wate û girîng e. Danezan peyama aştiyê diparêze. Agahiyên ku deruniya civakî pêşkêş dike hewl da ku ez îmze avêjimê. Min bi vîna xwe ev yek îmze kir. Wîcdanê min got îmze bike. Ji bo di pêşerojê de bêtir travma pêş nekevin min îmze kir. Ez sûcdariya der barê xwe de qebûl nakim.  Prz. Oya Meriç Eyuboglu jî anî ziman ku divê naveroka dosyayê bê lêkolînkirin, lê heyeta dadgehê qet lêkolîn nekiriye.    EZ NEKARÎBÛM BÊDENG BIMÎNIM   Hîndekara Zanîngeha Stenbolê Ayşe Rezan Tuncay jî diyar kir ku 40 salin akademisyen e û wiha got: "Pîşeyê min ji min ferz dike ku ez mirovan bidim jîyîn û wan baş bikim. Ez nikaribûm li hemberî geşedanên heyî bêdeng bimînim. Min binpêkirinên mafên mirovan ên di medya de şopand min xwest bên tespîtkirin û kesên berpirsiyar bên cezakirin. Li hemberî geşedanên li welat ne pekan bû ez bêdeng bimama. Ji bo ez piştgiriyê bidin aştî û çareseriyê min ev îmze kir. Divê li gori azadiya ramanê bê destgirtin. Ez wekî akademîsyenek aştiyê dixwazim beraeta xwe dixwazim. Heyetê doz taloqî 6'ê Nîsanê kir.    DERMANÊ TECRÎD, ŞER Û ÎŞKENCEYÊ AŞTÎ YE   Piştre Akademîzyena Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Şahika Yuksel parastin kir. Yuksel, anî ziman ku ew parastinê nake tenê serpêhatiyê xwe dibêje û wiha got: "Di Çileya 2016'an de wekî hekîm û mirovek ku tişta min jiya ez dê bêjim. Şer, tecrîd îşkence tenduristiya ruhê mirov xera dike. Rê li pêş nexweşiyan vedike. Dermanê herî baş aştî ye. Mirov û hewyan di nava şert û mercên aştî û aramiyê pêş dikevin û mezin dibin. Xweza di nava şertên aştiyê de wêran nabe. Qedexeyên derketina kolanan ên dem dirêj bû sedem ku mirov nikaribe xwe bigîne pêdiviyên xwe yên jiyanî. Têkildari kuştina jin, zarok û mirovan zêde nûçe di medya civakî de hatin parvekirin.    Kesên leşker, sivîl û kesên xizmên wan dema min li çîrokên wan guhdar kir bandorek mezin li ser min çêkir. Bandorek neyînî li ser tenduristiya min çêkir. Ne pekan e ez rapora Odeya Tabîban a Amedê û Rapora Yekîtiya Tabîben Tirk nebînm. Dîsa ne pêkan e ez nikaribim rapora Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) nebînim. Kesek 80 salî ku demek dirêj di bin gulebaranê de dibîne û krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da, Di 19'ê Kanûnê de li baxçeyê xwe dayika 59 salî Taybet Înan cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Tenê destûr dan ku di 25'ê Kanûna 2015'an de cenazeyê wê bibin morgê. Bedena wê ya mirî ji aliyê hemû zarok xizm û cîranên derdorê ve li erdê hat temaşekirin.  Lê nekaribûn biçin cenaze rakin. Di 20'ê kanûna 2015'an de Egît Kaçar ê ji ber astengdarê aqil ê 22 salî di gulebarana leşker û polîsan de birîndar bû.    JI BER ŞER MIROV NIKARE CENAZEYÊN XWE JI ERDÊ RAKE   Ji ber qedexeya derketina kolanan a demdirêj mirov demek dirêj nekarîbûn derkevin derve û nekaribûn pêdiviyên xwe yên jiyanî temîn bikin. Tekîldarî van bûyeran di demya civakî û rojnameyan de demek dirêj nûçe hatin belavkirin. Di dema şer de mirov nikare nirxên xwe yên pîroz cenazeyê xwe jî ji erdê rake. Ji ber şer bi rojan cenaze li erdê man. Ji ber van yekan min metnê aştiyê îmze kir.    Piştî parastina parêzer heyetê danişîna dozê taloqî 6'ê Nîsanê kir.