Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da 2017-12-22 14:20:51 STENBOL  - Aga Bayar ê di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Aga Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê de birîndar bûbû, li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Bayar 10 meh berê krîza dil derbas kiribû û di encama vê de mêjiyê wî xesar dîtibû û di beşa lezgîn de dihat dermankirin.    Bayar duh li nexweşxaneyê dîsa krîza dil derbas kir û destê sibehê saet di 06.30'an de jiyana xwe ji dest da.   Bayar ê di 56 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, dê îro piştî nimêja esrê li Mizgefta Hecî Şerîf a Avcilarê bê kirin dê bê definkirin. Serlêdanên sersaxiyê li taxa Koşklerê ya Avcilarê li mala Bayar tên qebûlkirin.