Baran ê ku wêneyê merasîma Elçî parve kiribû derket pêşberî dadger 2017-12-22 13:44:29 AMED – Danişîna doza Berat Baran ê ku wêneyê merasîma cenazeyê Tahîr Elçî di medya  civakî de parve kir hat dîtin. Baran îdiayên der barê xwe red kir û got ku bi hestên mirovahî wêneyan parve kiriye.  Berat Baran bi hinceta wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye doz lê hatibû vekirin. Danîşan ewil a doza Baran li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Baran bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Pesindana sûc û sûcdar kiriye” tê darizandin û der barê wî de 7 sal ceza tê xwestin. Baran û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn.  Bi tespîta nasname û kurtasiya xwendina îdianameyê re danişînê dest pê kir. Baran parastina xwe kir îdiayên der barê xwe de red kir û got ku hemû parvekirinên wî bi hestên mirovahî parve kiriye û berata xwe xwest.    Pişt re parêzerê Baran, Osman Çelîk parastina muwekîlê xwe kir û destnîşan kir ku her çiqas parvekirin hin kesan aciz bike jî lê ev yek mafekî demorkatîk e.    Piştî parastinê dadgehê biryara navberê aşkere kir û dozê taloqî meha sibatê kir.