Rojnameger Ertaş ji bo ji kuştina 102 kesan re got 'qetlîam' 15 meh ceza xwar 2017-12-22 13:34:58 AMED -  Rojnameger Mehmet Ali Ertaş, ji ber têkildarî qetlîama 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê di medya civakî de got “qetlîam" bi sucdariya “Dewlet biçûk xistiye" û “propaganda rêxistinê kiriy" salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) rojnameger Mehmet Ali Ertaş û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya hat girtin Metin Bekîroglu ji ber parvekirinên medya civakî bi îdîaya “Propaganda rêxistinê” kirine doz li wan hat vekirin. Yekemîn Rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger bi daxwaza ji salekê heta 5 salan ceza xwest.     JI BER PARVEKIRINA QETLÎAMÊ HAT CEZAKIRIN   Dozger parvekirinên Ertaş yên sala 2015'an wekî delîl nişan da û bi sedema têkildarî qetilkirina 10'ê Cotmeha 2015'an a Enqereyê bi îdîaya peyva “qetlîam" parve kiriye parvekirina Ertaş sûc dît.    SALEK Û 3 MEH CEZA LI ERTAŞ BIRΠ   Dozger xwest Ertaş bê cezakirin. Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê bi îdîaya Rojnameger Ertaş bi parvekirinên xwe “Dewlet biçûk xistiye" û “Propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh ceza li Ertaş birî. Ceza taloq kir.    Danişîna doza Nûçegîhanê DÎHA Metin Bekîroglu jî li heman salonê hat dîtin. Dozger xwest ji ber Bekîroglu bi riya parvekirinên medya sûc kiriye û “propaganda rêxistinê kiriye" di navbera salek û 5 salan de bê cezakirin. Heyetê piştî îfadeyê doz taloqî 28'ê Sibata 2018'an kir.