Li dijî qedexeya pirtûkan nivîskar berhemên xwe dinvîsin 2017-12-22 13:25:41 ENQERE – Însiyatîfa Pêlên Dîn (Deli Dalgalar İnsiyatifi) bi kampanyaya "Em bi rêya nameyan pirtûkan dişînin girtîgehê" dixwazin qedexeya li girtîgehan rakin. Însiyatîfê niha jî kampanyaya "Nivîskar Pirtûkên xwe bi Rêya Nameyan Dinvîsin" da destpêkirin. Bi OHAL'ê re qedexeya li girtîgehan derket asta herî jor û qedexeya li ser pirtûkan jî dewam dike. Însiyatîfa Pêlên Dîn ji bo qedexeya li ser pirtûkan rake, kampanyaya "Nivîskar Pirtûkên xwe bi Rêya Nameyan Dinvîsin" da destpêkirin. Naveroka kampanyayê; nivîskar li dijî qedexeya pirtûkan, dikarin çîrok û beşeke pirtûkên xwe di nameyekê de binvîsin û dişînin girtîgehê.   Nivîskar Sîbel Oz yek jî xebatkara Însiyatîfa Pêlên Dîn, pirsa "Hûn çima pirtûkên me qedexe dikin?" kir û ev tişt got: "En hemû hincet in. Dixwazin pirtûkan negirin girtîgehê. Ev qedexe ne tenê girtiyan, nivîskaran jî eleqedar dike." Oz da zanîn ku dê hincetên ewlehiyê li ser gel nenixumîne û wiha pê de çû: "Ev qedexeya di heman demê de weşanxaneyan jî eleqedar dike. Divê ew jî bêjin ku 'Pirtûkên min qanûnî ne, bi kîjan hincetê hûn qedexe dikin?'    'DÊ TEQES QEDEXE BÊN RAKIRIN'   Oz destnîşan kir ku wan demên borî jî kampanyaya "Di OHAL'ê de name" daye destpêkirin, bi rêya van kampanyayan, xwe gihandine girtîgehan. Oz got ku ruxmê pirsgirêkan jî name gihiştine girtîgehan û wiha axivî: "Wekî pirtûkan di nameyan de jî pirsgirêkeke mezin heye. Carnan bi mehan name nagihêjin hundur û li holê winda kirin. Dibe ev çalakî sembolîk be, lêwateya wê mezin e." Oz aşkera kir ku beşa herî zêde dixwîne di girtîgehê de ye û da zanîn ku nivîskaran piştgiriyeke xurt daye kamşanyayê.   KESÊN DIXWAZIN ELEQEDAR BIBIN   Di çarçoveya kampanyayê de, nameyên ku dişînin girtîgehan berî ku li postaxaneyê bên şandin wêneyên wan tên kişandin, di 22'yê Kanûnê roja Înê saet di 21.00'an de, dê li ser hesabê medyaya civakî bi rêya hashtagî #OhaldeMektup bê parvekirin. Kesên bixwazin nameyan binvîsin, navnîşana girtîgehên ku pirtûka qedexe dikin dikarin ji navnîşana “ohaldemektup@gmail.com” bixwazin.   MA/ Dîren Yurtsever