Ji bo Gulmen û Ozakça daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê 2017-12-22 13:24:58   STENBOL – Endamên Sendîka Sosyal-Îş a girêdayî DÎSK’ê bi boneya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça vegerin karê xwe daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê û xwestin dosyayên wan demildest bên lêkolînkirin.    9 endamên Sendîkaya Sosyal-Îş a girêdayî DÎSK’ê ku li Odeya Bijîşkan a Stenbolê dixebitin bi boneya Nuriey Gulmen û Semîh Ozakça yên 289 roj in di greva birçîbûnê de vegerin karê xwe daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê. Karkeran daxwaznameyên xwe bi riya e-posta û faxê şandin û xwest dosyayên Gulmen û Ozakça demildest bên lêkolînkirin û vegerin karê xwe.    Her wiha endamên sendîkayê ji bo Gulmen û Ozakça bijîn û vegerin karê xwe banga piştgiriyê li hemû karker û kedkaran kirin.