Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Daxwaza guhdarkirina Çîller û Yilmaz red kirin 2017-12-22 12:35:13   ENQERE – Danşîna doza JÎTEM'ê ya Enqereyê hat ditin. Di danişînê de daxwaza "Bila Tansu Çiller û Mesut Yılmaz bên guhdarkrin" hat redkirin. Danişîna dozê taloqî 2'ê Sibata 2018'an kirin.    22'emîn danişîna doza 19 kesên di navbera salên 1993-1996'an de li derdorên Enqereyê hatin kuştin a wekî “Doza JİTEM'ê ya Enqereyê" tê zanîn li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de mexdûr, bersûc, parêzer û parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu amade bûn. Bersûc tenê Alper Tekdemir amade bû.    Di danşînek berê de hat xwestin ku Serokwezîrên berê Tansu Çiller û hevsera wê Ozer Çiller Parlamenterê CHP'ê yê berê Fikri Saglar amade bibin. Di vê rûniştinê de dîsa hat xwestin ku Tansu Çîler û Mesut Yilmaz beşdarî danişînê bibin. Lê daxwazên bila Mesut Yilmaz û Tansu Cîler beşdar bibin hat redkirin. Heyetê xwest disa bang li Fikri Saglar bikin ku beşdarî danişînê bibe. Piştî navberê doz taloqî 2'ê Sibata 2018'an kirin.