Xwestin karmend û cerdevan mecburî beşdarî kongreyê bibin 2017-12-22 12:28:19 COLEMÊRG – Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dê beşdarî kongreya partiya xwe ya Colemêrgê bibe. Beriya kongreyê şertê karmend û cerdevan mecbûrin tevli kongreyê bibe anîn.  Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê sibê beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya AKP’a Colemêrgê bibe. Mecbûrî anîn ku hemû karmend û cercevanên li bajêr tevli kongreyê bibin. Berî hatina Erdogan hemû rê û kolanên xerabeyî hatin nûkirin. Balkêş e ku li gel şert û mercên zivistanê jî hin deverên bajêr giha û kulîlkan lê hatin çandin.    Rayedarên AKP’ê û dewletê xwestin ku hemû karmend û cerdevanên li bajêr û li navçeyan beşdarî kongreye bibin û hat îdiakirin ku lîsteyên beşdariya bi darê zorê hatine amadekirin û dê ev lîste bên kontrolkirin.