Dayika 55 salî hat girtin 2017-12-22 11:30:30 COLEMÊRG – Li Geverê Ayfer Demîr a dayika 9 zarokan e, berî 3 rojan binçav kirin bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin.  Li taxa Gongurê ya navçeya Gevera Colemêrgê di 19’ê Kanûnê de dayik Ayfer Demîr a 55 salî binçav kirin. Dayika ku 9 zarokên wê hene bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin. Piştî kar û barên emniyetê Demîr derxistin dozgeriyê. Demîr li dozgeriyê îfade da û dozgeriyê wê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Demîr li vir jî parastina xwe kir û pişt re ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgea Tîpa E ya Colemêrgê.