Zarok: Dayê gardiyan qet hez ji me nakin 2017-12-22 11:00:18 MÊRSÎN - Parêzer Azîze Kurnaz li Girtîgeha Tarsusê bi jinên girtî re hevdîtin pêk anî, da zanîn ku îdareya girtîgehê av kêm dide û kota daniye ser pînê zarokan. Kurnaz diyar kir ku ji ber nêzikatiya peywirdarên girtîgehê, zaroka 6 salî ji dayika xwe re ev tişt got: "Dayê gardiyan bi me re hêrs dibin. Qet hez ji me nakin." Kampusa Înfaz û Cezayê ya Tarsusê, demek berê li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê vekirin, girtiyên jin ên di beşa T2 a Girtîgeha Jinan de tên girtin, bi zextên dijwar re rû bi rû ne. Parêzer Azîze Kurna hefteya çûyî li girtîgehê bi miwekîlên xwe Havva Bayram û girtiyên din re hevdîtin pêk anî, aşkera kir ku jinên girtî yên zarokên wan heyî zehmetiyên mezin dikişînin.   Kurnaz da zanîn ku Bayram bi zaroka xwe ya 6 salî re li girtîgehê dimîne, lê ji ber ku zarokê berî mehekê temenê xwe tije kiriye, li girtîgehê kreş tune ew li gel dayika wê girtine, piştî kreş bê vekirin dê zarokê careke din bînin gel dayika wê.   KOTA DANÎN SER AV Û PÎNÊ ZAROKAN   Kurnaz aşkera kir ku miwekîla wê ragihandiye ku kota danîne ser avê, ji bo hemî pêwîstiyên girtiyan, rojê 100 lître ava sar û 50 lître jî ava germ didin, dema ev ava diyarkirî diqede av tê girtin. Kurnaz diyar kir ku ji bo dayikên ku zarokên wan hene, ji vê zêdetir jî avê nadin, ev ava ku tê dayîn ji bo hemû pêwîstiyên rojane didin xebatê.   Kurnaz destnîşan kir ku girtiyên li girtîgehê dimînin, bi taybetî derketina revîrê de pirsgirêkan dijîn, di girtîgeha 500 kes lê ne, tenê yek personelê tenduristiyê heye.   Kurnaz anî ziman ku miwekîla wê Bayram der barê pêwîstiyên zarokan de jî agahî daye û wiha axivî: "Pînê zarokan ê heta niha nedane wan, nû dane wan û ev jî kota danîne ser. Rojên borî zaroka dayikekê vîjîkî bûye û pîneyên hefteyekê di 2 rojan de qediya ye. Pîne xwestine lê nedane wan. Piştî israr dikin dû re pîneyan didin wan."   Kurnaz der barê zextên muayeneyê de jî agahî û wiha pê de çû: "Girtî dibêjin ku dema em diçin gel bîjîşkan, bijîşk dibêjin ku em ji we ditirsin. Ji ber wê di dema muayeneyê de kelepçeyê li ser girtiyan ferz dikin."   'DAYÊ GARDIYAN HEZ JI ME NAKIN'   Kurnaz derbirî ku zaroka miwekîla wê her tiştî fêm dike û di vê der barê de jî ev agahî da: "Zarok ji gardiyanan ditirse, dema wan dibîne dikeve fikaran. Zaroka 6 salî dibêje ku 'Dayê gardiyan bi me re hêrs dibin. Ev qet hej ji me nakin' û nêzikatiya gardiyanan radixe ber çavan."   'DIVÊ TU EMELYAT BIBÎ' LÊ RAPOR NENVÎSÎN   Kurnaz bi lêv kir ku Bahar Kizgin jî li heman girtîgehê dimîne, ew jî dernexistine revîrê û der barê nexweşiyên wê de ev agahî parve kir: "Di malzaroka Kizgin de mû kom bûye û her çendî rapora wê jî heye nebirine revîrê. Kizgin piştî dibin bijîşk, bijîşk dibêje ku 'Dibe di malzaroka te de ev nexweşî vegere pençeşêrê û xetereya vê sedî 65 e. Divê tu bê emelyatkirin.' Lê piştî gardiyan mudaxale dikin ev rapor nayê nivîsandin. Dîsa tahlîlên xwînê yên Kizgin jî xirab derketiye, ruxmê vê jî tahlîla xwînê nûve nehatiye kirin û tedawiya wê jî nekirine."   Kurnaz destnîşan kir ku li girtîgehê herî zêde zarok û dayikên ku zarokên wan heme mexdûr dibin.   MA / Bêrîvan Altan