Bi îdîaya ‘Ewlekariya jiyanê’ girtî kirin hucreyê 2017-12-22 10:45:48 ÎZMÎR - Nurullah Semo yê li Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kiriklarê, bi hinceta “Ewlekariya jiyanê” kirin hucreya yek kesî de.  Nurullah Semo yê li Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kiriklarê ku bi îdîaya têkiliya wî bi kuştina berpirsê Ocaxên Nişatperest ê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu re heye, di doza lê hat vekirin de cezayê heta hetayê lê hat birin, rayedarên girtîgehê bi hinceta “Ewlekariya jiyanê” kirin hucreyê. Girtiyan derbarê rewşa Semo de ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re faks şandin û diyar kirin ku têkildarî ewlekariya jiyana Semo bi fikarin.    Girtiyan, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê nahêlin kes Semo bibinîne û bi tena serê xwe derdixin sporê. Girtiyan, dan zanîn ku ew derbarê ewlekariya jiyana Semo de bi fikarin û wiha gotin: “Rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘Wan bi fermana Wezareta Dadê’ Semo kirine hucreya yek kesî de.”    ‘BERPIRSÊ SEMO WEZARET E’    Girtiyan, dest nîşan kirin ku divê Semo dinava hevalên xwe de be, lê rayedarên girtîgehê bi awayekê bê qanûnî wî di nêz dibin û Semo di hucreyek yek kesî de digirin. Girtiyan, di faksa şandin de wiha gotin: “Semo kirine tecrîtê. Ger tiştek were serê Semo, berpirsê wê rayedarên girtîgehê û Wezareta Dadê ye.”