Zaroka keç bi îstismara 2 zilaman re rû bi rû ma 2017-12-22 10:31:41 AMED – Zaroka keç li navçeya Farqînê bi îstismara zilamê bi navê M.T. re rû bi rû ma. Hat îdiakirin ku bavê zarokê Z.A. jî alîkariya tecawizkar M.T. kiriye.  Li navçeya Farqînê ya Amedê zilamê bi navê M.T., êrîşê xwenekdara dibistana navîn kir û îstismar pêk anî. Piştî zaroka keç bûyera tecawizê bi hevala xwe ya dibistanê re parve kir û hevala wê jî bûyer ji mamosteyê xwe re parve kir, hat bihîstin. Piştî îfadeya zaroka rastî îstîsmarê hatiye girtin, M.T. û bavê keçikê Z.A. hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Hat îdiakirin ku M.T. ê êrîşa zayendî pêk aniye û bavê zarokê Z.A. li heman taxê rûdinên û hevalê hev in. Tê îdiakirin ku tecawizkar M.T. û Z.A. îstismar bi hev re pêk anîne.    QEYÛM ZILAN GIRTIYE KAR JÎ   Li gorî agahiyan M.T. bi awayekî çalak di nav AKP û MHP’ê de dixebite. Hat gotin qeyûmê Murat Kutuk ê tayînê Şaredariya Farqînê kirin M.T. girtiye kar jî.    BI QEYÛM RE WÊNEYÊN WÎ DERKETIN HOLÊ    M.T. hefteyek beriya niha daweta xwe dike û qeyûm jî beşdarî daweta wî bûye. Derket holê ku wêneyên M.T. û qeyûm bi hev re li ser hesabên medya civakî ya Şaredariya Farqînê hatiye parvekirin. Her wiha derket holê ku wêneyên M.T. û hin rêveberên rêxistina AKP’ê ya Farqînê û Z.A. bi hev re hene.    Der barê zaroka ku bi îstîsmara zayendî re rû bi rû ma de tu agahî nehat bidexist xistin.